Öyküler

DARA MIRADAN
 

Hênikayiya serê sibehê bû. Me kêzîna bajêr a ku xitimî bû vedikir. Ez bûm, Sofî Elî, Şerîfo û Xelîlê Kefsengî bûn. Serên hevalên karker ên ku bi min re dixebitîn, di ber wan de bûn. Wan ew nedît lê min baş dêhna xwe dayê. wekî bablîsokê di ber me bihûrî. Min kurtedemekê bi şûn ve lê nêrî. Hinekî matmayî mam. Lewra heta ku silav li min nekira, nedibihurî. Ew qasî hay ji xwe nebû, heriya ku ji ber paniya wî dipekiya devdelingên wî, ji paş ve hemû şalê wî deqdeqî dikir. Min bîra mirina xwe dibir, bîra ku evê bihate serê Heyder nedibir."

ğsivê ku di belediyê de karkerî dikir, bi vî awayî qala Heyder dikir. Wê rojê serê sibehê ewil wî Heyder dîtibû. Di vê wextê rojê de kolan xir û xalî bûn. Bi tenê dengê çend zarokên ku şêrînayiyê difiroşin, dengê lawaz û ku bi navber derdiket ji Taxa Qijlê dihat. ğsiv, xwe dixwar, ji ber ku serê sibehê wî bi vî awayî Heyder dîtibû. Digot, çima Heyder xatir ji min nexwstiye, bi xeyd çûye riya ku veger jê tune ye. Ji xwe, ew pirsên bêbersiv; pirsên ji bo çi serê sibehê zû derketibû, dê biçûya ku, çima ji tu kesan re negot, di nav vegotinên niştecihên bajarok de veşartîbûn.

ğsiv digot:" Heyder li ber çavên min mezin bû. Dema ku hatin cîrantiya me, ew hêj çar salî bû. Çûyina wî ya dibistanê wekî vê gavê li ber çavên min e. Min serê wî kunkî qusandibû. Di biçûkatiya xwe de pir sarîtî dikir. Hemû mirovên ku li taxê dijiyan ji ber dabûne qaqareş. Li ser futbolê rih diavêt. Ez nizanim roj çawa di ser me re bihurîn. Bi tenê, min dît ku mûyên zerik li dev û rûyê wî derketine.

Dema ku derbasî polê sisêyan ê lîseyê bû navbêra wî û mezinan germtir bû. Êdî zêde hişê xwe berda ser têkilîdanînê. Çi pirsgêkên cîranan çêbûna, serê xwe pê re diêşand. Heta ku çareser nekira rehet nedibû. Pirê caran bi yên ji xwe mezintir re radibû û rûdinişt. Gelek caran min dinêrî ku ew li ser textê ku ji bo raketinê, li ser bên hatibû danîn xwe vedizelîne û pirtûkan dixwîne.

Ha niha, vê gavê jî ez qet ne bawer im ku ev bûyer qewimiye. wekî xewnê ye. Heçkû ji diho ve lîstikek li ber çavên me hemûyan tê lîstin."

Dema ku ğsivê karker bi vî awayî Heyder ji min re gilî dikir, bi dengekî nizim jin hem digiriyan, hem jî, li hewşê, di qazaneke mezin de av germ dikirin, êzing diavêtin binê.

Du zilamên navsere li tenişta me, li qelevîska rûniştibûn. Yê ku cemedanî dabû serê xwe, bi pîjikekî ax vedikola û bi nermahî ji yê din re digot:

- Dema ku şevê din, bayê kur bi vinevin toz û icac rakir û bablîsok li nav araseyê li pişt mala Mele derbik çêbû û qîjemîj bi mirîşk û elokan ket, bi navê Xwedê min dizanîbû ku tiştekî neçê dê li bajêr biqewime. Ya ku Xwedê kiriye betal nabe. Wele, Heyder nestêle bû. Li gorî gotina Boncê ku ji devê şifêrê ambûlansa nexweşxaneyê bihîstiye, ya nemayî anîne serê wî. Bi saloxa sawcî (dozger) bi xwe jî, dema ku çav lê kiriye xemgîn bûye û berê xwe jê guhertiye."

Yê din lê vegerand:

- Ku zimanê kevirên welatê me hebûya, xwedê zane ku di van çend salên dawîn de, çi qewimî? Ma niha heywan çi ye. Ne hiş û ne jî aqil pê re heye. Lê bi saloxan heta bi guran jî çiyayê me berdane. Ji xwe re çûne welatê dûr. Nekirine, neheqî qebûl nekirine. Nebêje heywan in, ew jî xwediyê dilekî ne. Bûyerên van deveran bûne strî û di laşê wan rabûne."

Berî ku axaftina xwe bibe serî dolmîşeke fermî û du texsiyên sivîl bi zîqînî li ber deriyê hewşê sekinîn. Apê Heyder ê navsere ber bi wan ve çû, got:

- Hema em bibêjin mar pê ve da. Li ser çiyayê bilind bû xwarina berateyan û bazan. Laşê wî bû pariyê devê wawîk û gornebaşan. Hûn dev ji me berdin. Em tiştekî ji we naxwazin.

Çavên hemû mirovên ku wekî libên tizbiyeke qetiyayî li ber hêt rêz bûbûn, wergeriyan projektorê û bi qomserê porweşiyayî û qamqut ve zîq zeliqîn. Xortan rik û hêrsa xwe wekî pariyekî ziqûmê daqurtand. Jinên ku av germ dikirin, di nav xwe de dijûn û nifirên ecêb ji tûrikên xwe derdixistin.

Polîsan, hinek şîret li apê Heyder dikirin. Qomsêrê wan ê ku benîşt dicût, got:

-Werin dev ji vî yê beradayî berdin.

Apê Heyder şevqeya xwe ji serê xwe derxistibû, dabû pişt xwe, berî ku polîs li erebeyên xwe siwar bibin, got:

- Mîrê min, kezeb zor e. Yê ku neyê serê wî çi zane. Niha ya me dişewite.

Piştî ku erebeyan dûyê reş ê ku ji egzoza xerabûyî vedikişiya li paş xwe hiştin û dûr ketin, çend zarokan li pey wan da qîran û nîşana serkeftinê çêkirin. Dapîra Heyder a ku bûbû kavendolek û libek diran di devê wê de nemabûn xwe gijgijande Apê Heyder:

- Te çi ji wan kezebreşan re got. Ku tu ji wan ne xerabtir bûya te ji derewên wan bawer nedikir. Derewan dikin. Evên di hewşê de, tev derewan dikin. Heyder, li hespê bapîrê xwe siwar bû û çû. Li hespê şînebozî siwar bû. Çûye gundê me biparêze. Bi roj di nav dahlika jorîn, bi şev li ber goristanê nobê digre. Ez ji we hemûyan bêtir ji wî hez dikim, ku neçûya dê diranên min jî bida çêkirin. Lê ji bo ku ez bi xwe re nebirim, ji bo ku li pey xwe siwar nekirim û bi çargavkî nebirim gund, jê xeyîdî me. Heta ku neyê min bi hespê bapîrê xwe nebe şikefta min ez pê re li hev nayêm. Kuro dînikino, ev çi keft û lefta we ye. Bibezin, birevin, dibêjin çiqas heywanetên ku hene bi ser goristana gund de girtine, laşê miriyan dixwin...

Du jin çûn, pîrê ji zilaman dûr xistin.

Dema ku wêneyê Heyder ê ku li ba wênekêş hatibû mezin kirin, di nav kaxetekê de pêçayî, ji aliyê hevalên Heyder ve ji sûkê hat, jineke ku şariyeke reş li dora serê xwe pêça bû loriyeke ku melodiya wê pir zîz û dilşewat bû got:

 

                Mirin çavê te birije

                Felek çavê te kor be

                Tiliya Heyder bêhine bû

                Porxelekê diya xwe bû

 

                               Cihkê diya te li dinê nîne

                               Li wê porkurê li wê rebenê

                               Hedan nayê sebir nema

                               Felek çavê te korbe

                               Mirin tu li ber deriyê zaliman bî...

 

Roja ku çavên wê melûl bûn, di bin ewrê belek ên bajarê ku mirov bêdilê xwe ji malên xwe vedikişine kolanan hilat. Karkerên pembû, ji bo rojên dawiya kar li nav araseyan kom dibûn. Dabaşa vê roja wan a ku cemed û qeşayê li erdê dabû, Heyder bû. Karkerên ku di terektera Fordê de xwe dipernisandin û dest û lêvên wan dilerizîn, poşî li ser û guhên xwe rapêçandibûn. Fatima Xelo ya ku dizanîbû rojname û pirtûkan bixwîne, tiştên ku dizanîbû ji hevalên xwe re şirove dikir, bi awayekî ku ji kuştinê din bêtir bi ber ketibe got:

- Heyder gurikê tîman bû. Hema ku dibû êvar tevî koma xwe, derdiketin, roketavêja xwe datanî ser milê xwe û dikete dûv panzêrê. Wekî cinên ku ji hesin birevin, panzêr ji ber direviyan. Ji ber ku berê qaçaxçîtî kiribû, hînî şevên reş bûbû, çeknas û derbnas bû. Ji her tiştî bêtir, her kes bi ber xerakirina laşê wî dikeve. Mirov naxwaze bibêje. Bangî bavê wî kirine. Pelesqeyek nîşanî wî dane, gotine ev çiye? Bavê wî gotiye nizanim. Jê re gotine kurê te roket datanî ser vê û dirêjî panzêran dikir. Hêj Fatimê, hêstirê xwe paqij nekiribûn keça Peroya ku bi çavekî nebaş lê dihate nêrin bi heyecan got:

- Her du çavên min kor bibin, piştî ku zilam vegeriyan mala xwe û reşiyê avête erdê, du çira, du çirayên geş bi hev re li ser gora wî vêketin. Diya min dibêje yên ku hebek ax ji ser gora wî bîne hemû nexweşiyên wan, dê sip û sax bibin.

Gula Perûs got:

- Erê keçko ax jî derman e û ku mirov terîşekê jî, bi keviya tirbê ve an jî bi darika li ser tirbê ve bike digihîje mirada xwe.

Gora Rêzan jî bi terîşên rengîn xemiliye. Dara li ber gora wî bûye dara miradan. Ji niha ve dara Heyder jî bi terîşên rengareng xemiliye...