Öyküler

ŞEVEKE HAVÎNÊ
 
 
 

Bi hêrs bişkoka televizyonê girt. Çend dijûnên xerab kirin:

-Hûn mala xwe xera dikin. Her şev hûn van derewan dikin. Heke gotinên we rast bûna, niha yek ji gelê me nemabû.

Xwarin li ser sifriyê nîvxwarî hişt û bi hêrs ji odeyê derket der. Bavê wî bi şûn de pitpit kir.

Got:

- Ku dewlet ji we dikuje li xweşiya we naçe. Hûnê bi çavê xwe bibînin, ka çi dê were serê we. Qey hûn dikarin bi dewletê re serî derkevin. Sêwiyên wekî we yên ku têr nan naxwin li ber dewletê radibin. We hêj eskerî nekiriye, hûn bi hêza dewletê nizanin. Qey top û firokên we hene? Dewlet ancex dikarin bi dewletan re şer bikin.

Diya wî xwarin ji erdê rakir û ji aliyekî ve jî gote zilamê xwe:

- Mêriko nekeve qirika vî kurikî. Çiqas tu jê re dibêjî, ew hê bêhtir tûj dibe. Berî sê rojan keça mala Hefsedê gihîşte van ên li çiyê. Zeman xera bûyê. Xwedê hevza mirov bike. Xortên vî zemanî hew bi ya dê û bavê xwe dikin. Pozê xwe dikin nav kitêb û rojnameyan. Ez nizanim çi di wan de heye. Dixwînin û hey dixwînin. Çavên xwe kor kirine ji xwendinê.

Mehsûm bi vê qahrê ji mal derketibû. Serê wî di ber de bû, rêya qehweyê girt. Got, “ez herim hinekî bi bîlardo bilîzim belkî ez xwe ji bîr bikim. Ji pitepita van xelas bibin. Ev çend sal in ku dijîn, çi ji jiyana xwe fêm kirine. Nimêj û rojî, heye nîne ew e...”

Havîna vir, erdê dike wekî hêtûnan. Sincirandina erdê, li dev û rûyê mirov dixe. Tava rojê rûyê mirovan diqemirîne, Rûyê karkerên ku li ser zeviyên pembû dixebitin dibê wekî yên ku li ber deryayê xwe didin ber tavê. Roj wilo mirov dişewitîne, mirov dibêje qey xwe berdaye jêr, wilo nêzîk tê xuyakirin. Di havînê de, mirovên vir her gav xwêdana xwe paqij dikin û dibêjin:

- Haho! Ma çiqas germ e.

Li gora rojan êvar hênik in. Bayê ku ji çiyê, xwe di nav newalê re berdide, nava mirov hênik dike. Lewma, qehweyên navçeyê, havînê ji xwe re bexçe vedikin. Mase û kursiyan derdixin nav bexçe. Dema ku dibe ber êvarê garson hewşa qehweyê şil dikin, gulan û mêw û tûyan av didin. Yê ku şîv dixwe, rêya qehweyê digire. Hin bi okey, hin bi îskambîl, hin setrenç û hin bi tewla dilizîn. Hin kal jî bi dama dilîzin. Li ser maseyan jî sohbet tê kirin.

Mehsûm, hezar carî di vî derî re, ketibû hundirê vê qehweyê. Lê hê jî dema ku diket hundir fedî dikir. Wî digot qey dema ku dikeve hundir, çavê her kesî li wî ye. Çar çav dibû. Ku çavên wî li maseya hevalên wî diket, bi lez berê xwe dida cem wan. Îşev jî dîsa wekî dizekî şevê kete hundir, rahişt kursiyekî û li tenişta Azad rûnişt.

Azad li hevalên xwe yên ku bi okey dilîstin temaşe dikir. Dema ku çav li Mehsûm kir, pir kêfxweş bû. Gazî garson kir. Got: "Ka çayekê ji me re bîne."

Li halê hev pirsîn. Azad got: "çima êvarê mişterî pir in ji kêfa ew e ku Beşo nalîze. Pir hez ji pereyan dike. Mehsûm got: "çaya wan jî nayê vexwarin. Sar bûye. Çay nîvçe hişt.

Azad guman kir ku Mehsûm mitala dike. Bi zor gotin ji devê wî derdikevin.

Got:

- Mehsûm xêr e? Kêfa te ne li te ye.

Çiqas Azad pirsî, lê tu bersiv ji devê wî ne girt. Dawî Mehsûm got:

 - Em herin ser wê maseya vala. Em hinekî ji xwe re biaxivin. Ma ev çi şeqşeqa okey e. Wele êş kete serê me.

Her du heval çûn, li binê kolikê rûniştin. Dengê sîsirkan çepçepa pelikan (îskambîlan), fîkîniya kenê yên ku di lîstikê de bi ser diketin tevlî hev dibû.

Bêhna axa, ku av lê hatibû reşandin dihat pozê mirov. Ji dûr ve dengê reyîna kûçikên tixûb, wekî nalîna nexweşekî kuxika emayê dihate guhên mirov.

Mehsûm bang kir garson:

- Kengî çaya teze derket ji me re du heban bîne.

Garson, pir hez ji wan dikir. Maseya wan paqij kir. Surahiyek ava sar danî ser maseyê.

Got:

- Ser sera abê (keko). Ezê çaya teze ji we re bînim.

Dema garson ji ba wan çû, Azad got:

- De bêje Mehsûm, bi Xwedê îşev derdekî te heye. Ma tuyê ji min veşêrî?

Mehsûm kir ku dest bi axaftinê bike, dît ku çend polîsan dane devê derî. Got:

- Dîsa ev kûçik hatin. Ku di hefteyê de sê çar caran neyên, xewa wan nayê.

Bêhemdê xwe, destê xwe avêt bêrîka xwe. Ka cûzdana wî di cih de ye, an na. Dilê wî rehet bû. Got baş e.

Qomserên wan, got:

- Her kes destên xwe deynin ser serê xwe. Nasnameyên xwe deynin ser maseyê. Bila kes xwe tev nede.

Yek bi yek li nasnameyan nêrin. Pênc heb ji nav wan veqetandin, bi xwe re birin.

Dengê egzoza otomobîla polîsan mêjiyê mirov dileqand. Dûyekî reş li pey xwe hişt û dûr ket. Kesên di qehweyê de qasekî bêdeng man, hinekan ji wan cixare vêxistin. Hinekan jî got, "Tama lîstikê nema. Em dev jê berdin, herin mala xwe"

Mehsûm, cixareyeke Wînston ji bêrîka xwe derxist kişand nava xwe. Dest bi axaftinê kir:

- Di mal de bavê min bi serê min de pitepitê dike.

Em têne qehweyê, ev se bela xwe ji me venakin. Tu kar jî nîne ku bixebitim. Bêhna min pir teng e. Ez bi ku ve herim. Carinan difikirim, herim Stenbolê.

Azad, guhê xwe dabû wî, ji aliyekî ve jî bi tesbîha xwe dilîst. Mehsûm axavtina xwe birî. Azad got:

- Derdê me hemiyan jî wekî yê te ye. Lê divê ku em bi sebr bin. Em ne wekî xortên tolaz in. Bêhntengî ji me re nabe. Tu dizanî dê û bavê me dibistan nexwendine. Nikarin dinyayê rind şîrove bikin. Divê em a rast û baş bi tevgerên xwe nîşanî wan bidin. Demekî ez jî wekî te difikirîm. Lê kengî hevalekî weşanin dane min, hiş û ramanên min hatin guhertin. Tu bixwazî ez ji te re bînim.

Her du heval li ser gelek tiştên din jî axivîn. Hingî dîtin ku çar-pênc kes di qehweyê de mane. Gotin:

-Bûye dereng, em rabin herin mal.

Berî ku ji hev veqetin, Mehsûm got:

- Bira tu weşanan ji bîr nekî.

Xatir ji hev xwestin û çûne mala xwe. Ji ser hinek banê xaniyan nalîna zarokên tagirtî û kuxe kuxa kalên qelûnkêş dihat.

Dema ku şervan serpêhatiyên xwe ji hev re dibêjin, her gav ew şev tê bîra Mehsûm û dibêje:

- Wê axaftina ku min bi Azad re kiribû û weşanên ku ji min re anîbûn tafek li min dan, ez ketim nav refê şoreşê.