Öyküler

BERBANGA GULEBARANKIRÎ
 


Pîra Pêrûza li keviya cirnê gund rûniştibû, li pêtên agirê ku leşkeran berdabû xaniyan dinêrî û digot:

- Li min porkûrê, li min rebenê! Min qiyamet jî bi çavên xwe dît.

Bi çavên heyirî, dilekî tije keser li xaniyê ku bûkaniya wê, dilxweşî û jiyana wê ya bextreş tê de bihurîbû temaşe dikir. Janên salan di nav agirê gur de dikizirîn.

Pîrê rahişte darê xwe yê ku di dewsa kopêl de bi kar dianî û berê xwe da şikefta cinan. Bi pitepit libê tizbiya xwe kêşand, çi nifirên ku dizanibû yek bi yek kirin...

Xweliya ku ji xanî, kadîn û koxên şewitî radibû girte ser rezên tenişta gund. Ji malan mişk û koremar ber bi zeviyê genim ve kişiyan. Dûyê reş, pêşiya rojê girt, kire wekî danê êvarê. Bêhna kizîrê pozê mirov şewitand. Heçkû rovî bikeve hundirê kozikê, mirîşk bi qîjemîj ji pêtên êgir reviyan.

Malbata Pêrûza Evdî hûremûrê ku ji sotinê filitîne, hespê boz, du çêlek, çend mih û çend mirîşk û pisîka çavşîn birin gundê kirîvê xwe. Çend rojekê li wir man. Dawî li qemyona ku ji navçeyê hatibû siwar bûn hatin navçeyê, wê şevê li mala welatparêzekî man.

Pêruza xêr ji mêrê xwe nedîtibû. Kurê wê Ezdîn hê li destê wê bû, zilamê wê Birho di pevçûna nav gund de hatibû kuştin. Hem dêtî hem jî bavtî ji Ezdîn re kiribû. Dema Ezdîn kete sala şanzdehan keça xweha xwe jê re anî.

Ezdîn bavê du keç û lawekî bû. Navê her sê zarokên wî jî "yên li derve" li wan kiribûn. Ezdîn bi xwe û hermeta xwe ve gelek suxre ji gerîlayan re kiribûn. Çiqas rojên reş, zor û tije astengî derbas kiribin jî li ber çavên wan xuya nedikir. Piştî ku danûstandina wan bi şervanan re çêbû ew hînî hezkirin û mirovahiya ji dil bûbûn.

Malbata Pêrûza serpêhatiyên xwe û çend quruşên heqê sewalên ku hatibû firotin, kirine tûrikê xwe. Tirêna reş wekî marekî çîvanok deşt û newal li xwe ba dida. Pîrê, di vagona trênê de çîroka Gamasî ji neviyên xwe re digot. Jina Ezdîn, Fincê, şariya xwe ya reş dabû serê xwe. Devê wê ji hev venedibû. Ezdîn hilmek ji cixara xwe kêşand û got:

- Dinya bi dor e, ne bi zor e. Helbet rojekê em dê li gundê xwe vegerin.

Pîra bêdiran bi awayekî ku jê neyê fêhmkirin got:

-Lawo de dev ji van kelevajiyan berde. Wele di heyata xwe de çavên te êdî bi gund nakeve. Ew der tev ji Hemoyê Qoriçî re man.

Li taxeke tenişta Edenê bi cih bûn. Xaniyê ku ji ode û salonekê pêk dihat kirê kiri. Karê wan ê pêşî, bû çêkirina tenûrekê. Dawî çend çûçikên mirîşkê yên ziraetê kirîn ji bo ku xwedî bikin.

Ezdîn piştî roja ku ling avêtin vî bajarî, roja duwemîn bi pismamê xwe Elî re, ji bo di çêkirina avahiyan de bixebite, rêya erasa karkeran girtibû. "Küçük Saat" cihê ku karker keda xwe lê difroşin bû. Di avahiyên ku pozê wan ber bi asîmên ve bilind dibû de, xwîn û xwêdana karkerên Kurd hebû. Mutahît, bi tîrêjên rojê re dihatin, wekî ku bikevin nav sewêl, karker dineqandin. Yên zexm, pazûqelew û jêhatî tercîh dikirin. Bi dehan kes ji avahiyan wer dibûn, qop dibûn, cendekê wan davêtin ser dolmîşekê, nanekî bi pêşiya dolmîşê ve dikirin û dişandin welêt. Yên ku "dihatin Edenê, pereyan bibin bi legenê" ji jiyaneke tijî elem, bi ta û bawîbûnê pê de tu tiştî bi ser nedixstin.

Ev sal û nîv bû ku Ezdîn jî di karê seyandinê de dixebitî, îşev jî kerixî vegeriyabû malê. Mêvanine wî ku li ber dilê wî pir ezîz bûn, hebûn. Dest û lingê Fincê lê digeriyan, xebatkarê eniyê got:

- Heval tu xwe pir reht dikî. Hewce tune ew qasî tu xwe biwestînî. Xebatkara eniyê bi zarokan şad dibû, henek li wan dikir û ew hînî sloganan dikir, got:

- Hevalino, hûn dizanin ku navê cejna me ya ku tê çi ye?

Zînê berî Berfîn û Baran got:

- Ma kî nizane, Newroz e.

Baran jî zanîna xwe ya di heqê Newrozê de anî zimên. Dayika wan bi kêf û hinekî fedîkoyî destê xwe da ber devê xwe û keniya. Got:

- Berfîn, keça min ka strana "qizil guller açinca" ji hevalan re bibêje

Piştî ku şîv xwarin, li pey hev sê endamên din jî hatin, mazûvan li salonê rûniştin, mêvanan di odeyê de civîn çêkir. Ezdîn gote hermeta xwe:

- Keçê tu dibînî rûyê hevalan çiqas geş e. Xwedê zane ji bo Newrozê haziriyeke baş kirine. Moralê wan ji her carî baştir dixuye. Wê rojê kes naçê kar, bila zarok li ba dapîra xwe bimînin divê ku ez û tu jî herine serhildanê. Belkî heval wezîfeyekê jî bidine me.

Nêzîkî nîvê şevê civîn qediya. Fincê çay li bar wan danî. Şervanê henekvan, wekî her car devliken rahişt çaydank da ku îskanan dagire. Got:

- Hevala Fincê, roja serhildanê tu ji bîr nekî, bêrîka xwe tije toza îsota rihayê bike. Polîs molîs bi ser te de werin bireşîne ser wan, ku tê keve çavê wan, tu dikarî çekên wan jî ji dest wan bigirî.

Çaya xwe vexwarin, sê ji wan rabûn şevbaş dane hev, serkeftin ji hev re xwestin û li pey hev derketin.

Bêbext, ji deng û roniyê direvin. Di quncika herî reş û hêwî de fêl û rîpan dihonin. Nikulê wan li mêjiyê bêhnpak digere. Ji bo ku deqa lanetbûnê ya li ser eniya wan neyê dîtin, her tim pîlangeha wan kêzîn û kavil in. Xwe ji mirovan û rojê dûr digirin. Ew şev jî şeveke tarî bû, tarî bû heta tu bêjî bes. Yek stêrk li asîmên tune bû. Ji xeynî dengê çirçirkê his tune bû. Bajar di xew de bû. Gaveke din karkerên vardiya sibehê wê nobet biguheranda. Dengê banga sibehê dê ji hoparlorên mizgeftan, kalên ku ji zû de li bendê ne dawetî nimêjê bikira.

Garanek erebe, du kolan ji mala pîra Pêrûza wir de sekinîn. Yê ku tirkiya wî xerabe, simbêlmezin, rûlewaz, çavşoqil ji texsiyeke toros a sor peya bû. Da pêşiya polîsên sivîl. Cixareyek malboro vêxist. Rengê wî zer, mîna bihokê bû. Got:

- Ha ev e mala Ezdîn.

Reqereqa fîşekan gihîşte asîmên. Cîranan, di ber keviya perdê re, bi dizîka dixwestin tiştê ku diqewime fêhm bikin.

Polîsa jin got:

- Puştino! Serê xwe bikişînin ji ber pacê. Lê yek berik wê mêjiyê we jî belav bike. Qey hûn jî dixurin !

Pîra Pêrûza û bûka xwe di hundirê metbaxê de, zarok kiribûn dawa xwe. Dîsa nifir kir:

- De bila zilma we pir be, da ku dawiya we zû bê.

Mirovên ku di reşayiya sibehê de diçûne kar, yek bi yek ji malê derdiketin. Qêrînên serxweşên ku ji restorant û bîrexaneyên bajêr vedigeriyan, guhê mirov diqulquland.

Hêvî û rûgeşî bû dilopên xwînê li rûyê Berfîn û Zînê. Her du jî ne wekî miriyan lê wekî du berxikê ku di xew de bûn. Çiqas birîna Fincê xedar bû jî, bi hemdê xwe gotin û deng jê dernediket. Bi çavên xemgîn û bêlome li cendekên şervanan dinêrî. Ezdîn, heçkû di xeweke giran de be li erdê dirêjkirî bû. Laşê wî xirimî bû. Baran heçku lal bûbe, bi awirine bêwate li der û dora xwe dinêrî. Pîrê di kolana ker de diçû û dihat. Darê xwe bi hêrs li erdê dixist, nifirên xwe didomandin.

Rebî kezeba we....