Öyküler

RIZGO
 
 

Gava ku dikeniya li her du hinarikên rûyê wî, du kortik çêdibûn. Jixwe pir nedikeniya. Kifş nedibû bê wê kengê bikeniya. Wekî kevirekî di guhê gundekî wêrankirî de, bêdeng bû. Di sê saliya xwe de bi sorikan ket. Nexweşiyeke dijwar derbas kir. Bijîşkên bajêr ê bi tenê gotibû, "Hema vî lawikî bibine malê, ne mimkûn e ku bijî. " Çavên wî yên wekî mirmirkan ji ber wê nexweşiyê, wilo hûr bûn. Li gorî gotina diya wî, di biçûkayîya Rizgo de, çavên wî wekî fîncanan bûn.

Hundirê çayxaneyê ji dûyê cixarê û hilma mirovan hatibû dagirtin. Bayê kur wekî birîndarekî êşxedar dinaliya. Pîpika nobedarê tixûb û reqereqa tavan, bêdengiya şevê xera dikir. Li ser çar-pênç maseyan hê mişterî hebûn. Bi awayekî jixweçûyî bi îskambîlê dilîstin. Dema ku yekî ji wan îskambîleke ku dixwast dikişand, da ku pozberê xwe hêrs bike, bi himet îskambîl diavêt ser maseyê. Teqîn ji maseyê dianî. Yê din jî, bi hêrs îskambîla xwe dikişand. Yên ku di çayxaneyê de rûniştî bûn li ser çayê, li ser pakêtên cixareyan û hwd. dileyîstin. Bi piranî yên bêkar, karker û esnaf bûn. Beniştê xwe bi mirçemirç dicûtin. Ku bajar xera bibûya, haya wan jê çênedibû, ku top di ber guhê wan de biteqiya dîsa jî nedibihîstin. Wilo jixweçûyî bûn.

Rizgo hem îskanên çayê ji ser maseyan didan hev û hem jî mase paqij dikirin. Laşê wî di hundirê çayxaneyê de bû, lê hiş û ramana wî li ser vatiniya ku mamosteyê dersa dîrokê dabûyê bû. Mamosteyê ku Rizgo herî jê ditirsiya yê dîrokê bû. Dema ku ev mamoste diket dersxaneyê, wekî hemî xwendekaran Rizgo jî diricifî. Mamosteyê dîrokê Namik, çoyê xwe yê ji dara hinarê dikir destê xwe û bi dengekî hesinî digot:

- Lawo ka bibêje, dorpêça Viyana çawa pêk hatiye?

Ne xwezî bi yekî ku bersiva vê pirsê nedabayê. Bi rastî di dersxaneyê de, pêncî û neh kes hebûn, lê tenê çar pênc kesan bersiv didan. Ew jî zarokên karmendan ên ku ji Tirkiyeyê hatibûn bûn. Mamoste Namik bi çoyê hinarî li destê wan dixist heta ku hêstiran di çavên wan re diavêt.

Rizgo hemû îskan berhev kirin, ji xeynî maseyên ku hê mişterî li ser wan rûniştibûn yên din paqij kirin û hat li cem sobeya nîvgerm rûnişt. Dîsa mamoste Namik di ber çavên wî re çû û hat "Kurê min Riza, ka bibêje fatîhê mezin çawa Stenbol standiye?” Hê Rizgo bersiv nedaye, sîleyek hişk li rûyê wî ket. Babelîsk li ber çavên wî çêbûn. Rûyê wî sor bû, hem ji êşê û hem jî, ji şermkirinê. Tevî her tiştî, ne xem bû, lê pêkenîna xwendekaran zora wî diçû. Berî ku ew sîle lê bikeve, li yên din jî yek bi yek û bi dor hatibû lêdan. Lê giş bi hev dikeniyan. Ew kûr kûr di nav van ramanan de bû, diponijî. Bi tiqetiqa mişteriyan ji vê xewna giran şiyar bû û hate ser hişê xwe. Yê ku di lîstikê de bi ser ketibû kurê ticarê pembû bû. Bi awayekî qeşmerî bangî Rizgo kir:

- Lawo, Rizgo çar heb lezoyan bide me û ji yên li dora me rûniştine jî bipirse, ka ew dê çi vexwin? Ji wan re jî tiştekî bîne.

Yê li hemberî kurê ticarê pembû got:

- Ji min re lezo neyne, benîştekî bîne.

Saet nêzîkî dehê şevê bû, mişteriyê çayxaneyê yek bi yek riya mala xwe girtin. Rizgo, çayvan û xwediyê çayxaneyê bi tenê man. Rizgo hundirê çayxaneyê malişt. Pêşmala xwe ji ber xwe kir. Marqên çayê hejmartin. Hesabê xwe kirin. Rojaneya xwe kir berîka xwe. Xwediyê çayxaneyê bi rûyekî tirş got:

- Xêr di vî karî de jî nemaye. Sê saetan çelpeçelpê dikin, serê mirov gêj dikin heta ku çayekê vedixwin. Kes xêrê ji van ên dinyanedîtî nabîne. Jehr di vî karî bikeve.

Rizgo bi awayekî westiyayî riya mala xwe girt. Şevên sermawezê yên N....ê ava hewtikan dike qeşa. Di vê mehê de, ewr reş dibin, dibe şîrqeşîrqa berqan, birûsk vedidin. Roj tarî dibe, lê peşkek baran nabare. Bi tenê seqem û serma û xwîsî bi ser navçeyê de dibare. Ev şev, dîsa yek ji van şevên bi serma bû. wekî kitikek lewaz xwe dipernisand. Di çûyîna malê de, hişê wî carinan diçû ser mamoste Namik, carinan jî, ketina nav nivînan dianî bîra xwe. Di vê wexta şevê de, li mala wan sobe pêketî nedima. Xwe dibin lihêfa hirî de germ dikir.

Hêj ramanên wî neqediyabûn, dît ku nêzîkî malê bûye, Destê wî di bêrîka wî de germ bûbûn. Lê mecbûr bû ku destê xwe li deriyê hewşê bixe, da ku diya wî derî jê re veke. Vê carê lingê xwe li derî xist. Sê çar caran li derî da, lê derî venebû. Hêj bi hêztir li derî da. Dayîka çavbixew derî vekir û got:

- Tu yî berxê min? Min xwe di nav nivînan de dirêj kir, ez di xew ve çû me. Jixwe tu dizanî, bavê te ew qasî diweste, şîvê dixwe naxwe ji hal dikeve û radizê. Me îşev savar û goştê meksûd çêkiribû. Li ser sobê ye. Pir ne germ e. Lê hêj sar jî nebûye. Hinek tiraf di sobeyê de maye.

Xwarina xwe xwar nexwar kete nav nivînan. Pirtûka dîrokê vekir. Erê, rûpela sed û heftê û heştan bû. Aha va ye, Şerê Mohaçê. Carekê xwend. Gotinên ku bavê wî her dem jê re digotin jî di nav rêzên pirtûkê de hatin ber çavên wî:

- Lawo tu min dibînî, çima ku ez xwendin û nivîsandinê nizanim, ji karkerîyê pê ve tu tiştek ji min nayê û li her derê neheqî hatiye serê min. Ma li leşkeriyê min hindik lêdan xwar. Çawîşekî me yê ji Yozgatê hebû. Guhên wî li nav serê wî dilebitîn. Gava ku min nikaribû bersiva wî bida, digot: "ğlan kiro nimroya şikefta te çend e?" Ji ber vê yekê divê tu bixwinî, wekî bavê xwe nezan û xizan nemînî.

Rizgo bi bîranîna van gotinên bavê xwe, di xew de çû. Bi bangdana dîkan re diya wî rabû, nimêj kir, beroşek nîsk da ser êgir. Rojê xwe hêdî hêdî dida der. Kebaniyê sêniyeke vêl tijî şorbe kir. Nanekî tenûrê çandiyê. Li ber zilamê xwe danî. Bavê Rizgo bi kevçî çû nîskê heta ku xelas kir. Berî ku bav kevçî deyne got:

- Hermet saet tê şeş û nîva, te Rizgo şiyar kir? Ew dê ji dibistana xwe bimîne. Dayîkê destê xwe bi ser serê Rizgo re bir û anî û bi dengekî nizim got:

- Lawê min rabe, wext dereng e. Tu dê ji dersa xwe bimînî.

Rizgo xwe quliband vî alî û wî alî, got:

- Jehr di dibistanê keve. Li serê min bûye bela.

Di nav nivînan de kire ûfeûf. Piştî çend deqeyên din rabû. Diya wî hinek av ji misînê ku daniye ser sobeyê, şîrgermî kir. Gote keça xwe ya piçûk:

- Keçê avê li destê kekê xwe bike. Bila dest û rûyê xwe bişo. Lê bi derengiyê ket. Dîsa dê wî ji dibistanê bi paş ve vegerînin.

Li ber devê kêzînê, dest û rûyê xwe şûşt. Bi xewliya spî ya ku ji gemarê gewr bûbû, dest û rûyê xwe ziwa kir. Bi lez kincên xwe li xwe kir. Şorba xwe vexwar. Defter û pirtukên xwe kirin bin çengê xwe û bi lez da rê..

Rizgo xelîtka xwe ya ku ji bazarker stendibû ji berîka xwe derxist, pereyên xwe ku ji bo kirîna bisîklêtê berhev kiribûn du car, sê car hejmart û di dilê xwe de hesab kir, got "Çar mehên din ez ê, pereyan berhev bikim, dê heqê bisîklêtê derkeve. Bişirî û lezand.

Berî ku bigihê hewşa dibistanê, heft heşt metro dûrî dîwarê hewşa dibistanê, dengê birêveber hate guhê wî. Dengekî tehdîtkar û tijî ferman bû. Digot:

- Zarokno! Çend caran min ji we re gotiye, bêqirawat neyên û neynûkên xwe jê bikin. Nava neynûkên we tijî boyax û herî ye. Hinekan ji we pantolê qot li xwe kiriye. Ev çi bêşerefî ye? Xwedê bela xwe bide we.

Rizgo di dil xwe de got: "Aha, Xwedê ji min stend. Ez çend deqeyan dereng mame. Dîsa ez dê lêdanê bixwim. Min eşofman jî neaniye ji bo dersa perwerdeyiya bedenê....."

Piştî ku birêveber axaftina xwe qedand, gote alîkarê xwe:

-Yên ku dereng mane û kincên wan nerast bin, bila li quncikê kom bibin.

Hate bîra Rizgo ku dersa yekemîn dîrok e. Şerê Mohaçê xwendibû lê tiştek di hişê wî de nemabû. Got: "Wele kete derba xwe, wekî dilê min çêbû". Ji kêfan ew bû ku lotik nediavêtin. Heta ku îfadeya wan bihata girtin çend şîret li wan bihata kirin û çend sîle bixwarana, dê dersa yekemîn biqediya.

Ya dilê wî bi cih hat. wekî ku difikirî bû. Lê mamosteyê perwerdeya bedenê du îşaretên neyînî jê re nivîsîn.

Lê ew ber îşaretên neyînî neket. Got, ev malkambaxê mamoste Namik, bêwijdanekî mezin e. Bi darê xwe yê hêzeranî li ser û destên me dide, heta ku sor dibe û hêstir di çavên me re diavêjin, Dijûnên gelek xerab ji me re dike. Rizgo, di navbera xemgînî û dilşayiyê de diçû û dihat. Li dora xwe nêrî, Nûro bi ber çavên wî ket.

Rizgo gotê:

- Nûro, ez dinêrim tu jî hew li dersên xwe dixebitî. Berî niha her dem, te ji dersan notên baş distandin. Çi hewala te ye?

Nûro kurê malbateke pir xizan bû. Temenê wan di xebata zeviyên pembû de diborî. Lawekî pir bi aram û jîr bû. Der barê her tiştî de meraqa wî hebû. Gelek pirs ji mamosteyan dikir. Pirî caran mamosteyan nikaribûn bersiva wî bidin. Digotin Ew pirsên tu ji min dikî, têkiliya wan bi dersê re tune" û pirsên wî dibirîn. Rûyê Nûro ji hêrsan sor dibû û Nûro di cihê xwe de rûdinişt.

Gava ku Rizgo ev pirs kir, Nûro wekî li benda wê pirsê be got bilez bersivand:

- Hevalê Rizgo, ji kul û derdan nava min tijî bûye. Haya min ji gelek tiştan heye. Ez hînî sedemên kul û derdan bûme. Ev sedem wekî kurmekî, nava min dikiritîne. Divê ez vî kurmî bikujim an jî dilê min bi temamî rihet nabe. Bi tenê kulê min hene. Yên tevê gelî hene. Lê ji ber ku gelê me hêj rind şiyar nebûye, ev kul û derd jî hêj li hev nehatine parkirin. Li taxa me hevaline gelek zana û dilpak hene. Me hev nas kir. Em di heftê de du rojan li hev dicivin. Em dîroka mirovahiyê û dîroka gelê xwe dixwînin. Wekî ku ez ji xwe re dinyayeke nû bibînim. Ez ew qasî şad im, kêfxweş im, nayê gotin. Çavên min vebûn. Ez êdî xwe, dora xwe û dinyayê dibînim. Ez dikarim bibêjim ku ez ji her du û çavan kor bûm. Lê niha ez bûme xwediyê du çavên vekirî. Dema ku em tên ba hev, dem çiqas zû dibihure, loma ez hew guhên xwe didim dibistanê. Li ber çavên min bûye wekî marekî reş.

Van gotinan wek aveke hênik xwe bi ser dilê Rizgo de berdan û wekî ku bibêje, "Wele min ji xwe re hevalek dît. Ew jî wekî min ji dibistanê hez nake." Çavên wî di serê wî de çûn û hatin. Nûro jê re got:

- Rizgo, heke tu bixwazî, dema dersa dawî qediya, em heta malê bi hev re bimeşin, baş dibe. Bêhna min pir teng e.

Her du ketin dersê. Di serê her yekî de, hezar mitale, raman bi cih bûbûn. Wekî ku li benda xweşiyeke giranbuha bin, wilo li benda dengê zengil man.

Zirezira zengil, ramanên wan ji hev belav kirin. Bi lez derketin der û berê xwe dan malê. Gava dane rê, Nûro tiştên ku di civînan de hîn bûbû, li pey hev ji Rizgo re gotin. Xeletiyên pirtûka dîrokê, çawa nivîsiye ku raperîna Şêx Seîd tevgereke paşverûye û çawa li Lozanê sînor hatiye danîn. Yek bi yek ji Rizgo re şîrovekir.

Rizgo got:

- Dixwazim bi te re bêm civînê .

Civan dane hev. Roja şemiyê, saet di yanzdehan de, li mala apê Nûro, bi Rizgo ve pênc kes di odeyeke hêwî de hebûn. Du pencereyên odeyê yên biçûk hebûn. Li dîwêr quranek daliqandî bû. Li ser quranê wêneyê Şahmaranê hebû. Li hewşê jinapa Nûro kinc dişûştin, zarok jî bi gogê dilîstin.

Yê ku pirtûk dixwend, yekî zirav û dirêj bû. Rûlawaz bû. Simbêlê wî xwe bi ser lêvê wî de berdabû. Porê wî kurt hatibû kur kirin. Dersa wan a wê rojê li ser dîroka komara Tirk bû. Lê tiştên ku dihatin gotin ne wekî yên dibistanê bûn. Yê ku pirtûk dixwend, qasekê pirtûk danî û axivî:

-Hevalno! Ev pêncî û heşt sal e ku komara Tirk, zilmê, zordariyê, neheqiyê li gelê me û li gelên derdora xwe dike. Dixwaze ku zimanê me, çanda me, navê me bi me bide ji bîrkirin.

Gotin di dilê xortan de, dibûn wek bizotan. Yek bi yek, tiştên ku ji dersa wê rojê fêm dikirin dianîn zimên.

Wext hatibû nîvê şevê. Rizgo di nav nivînan de xwe dizîvirande vî alî û wî alî, digevizî. Dilê wî bi gurpegurp bû, xwîna wî dikeliya. Tiştên ku ev çar meh bûn hîn bûbû, xewa wî lê dibir. Xew jî lê heram bûbû. Wekî ku dengek di dilê wî de bibêje: "Rizgo, xew jî ji te re heram e. Divê tu bîst û çar saetan xwe hîn bikî, mirovên dora xwe ronî bikî, bixebitî, bixebitî. Xebat.... "ji bo azadî û serxwebûnê. Livbazî û labat li Batmanê, li Hîlwanê, li Qersê...

Bihar wekî "darika zavê", wekî bûkeke kubar a xemilandî hat. Li şûna ewrên reş, asîmanekî mîna pertalekî şîn û deşteke giyayî cih girt.

Der û dora lîseya navçeyê tev zevî bûn. Bi hatina biharê re her cure giya şin dibû. Bêhna axê, rewayê û ya giyayên cur bi cur mirov serxweş dikir. Di vî wextê salê de, dil di singê de ranaweste, qefes jê re teng dibe. Di nav vê tebîeta bihuştî de xwîn di demaran de germ dibe û leztirîn digere.

 Dilê Rizgo bûbû wekî serê cihanîkeke har. Dixwest li nav zeviya azadiyê ya dilrevîn, çargavkî bibeze. Êdî navçeya ku lê dijî û malbata wî têra wî nedikir. Çar bazan dil û mêjî kirin yek. Di yek beroşê de helandin. Berê xwe da ne oxirê û pişta wan li felekê.

Yek ji van rojê Nîsanê bû. Mamosteyê Diroka Tirk Namik, yek bi yek nav xwendin. Pir hêrs bû. Ev bû şanzdeh roj ku Riza Türk (Rizgo), Nurettin Öztûrk, Ali Oğuz û Hemdîn Çeçen nedihatin dibistanê. Şûna van her çar kesan vala mabû.....