Öyküler

LI MIŞEXTIYÊ ŞEVEKE DÛVDIRÊJ


Qemyona tijî mirov û hûremûr li nav holekê sekinî. Çawa qemyon sekinî, zarokan xwe jê avêt. Bû çîre wîra wan. Biroyê Mecîd got:

- Kuro mirov dibê qey hûn ji firşika berêz in. De di cihê xwe de rawestin. Çiqas hûn natebitin...

Dema ku bû dora eşayê, heft malê ku bi vê qemyonê hatibûn, hûremûr, kinc û mincê xwe bi cih kiribûn.

Rihspî û mêrên navsere, li mala Xalidê Elî yê ku berî nozdeh salan hatibû vê metropolê bêqudoş, rûniştîbûn.

Car caran kalek ji wan û hinekên din diketin qirika hev. Yê kal digot:

- Bi Xwedê em kurd tu caran nagihîjin armanca xwe, ji ber ku em bi hev re xayîn in. Ma qomitanê nehyê ji ku dizanîbû ku em bi zaroyan re alîkariyê dikin. Ma leşkerên ku ji Enedolê hatine şikeft û qulên çiyê ji ku dizanîn? Em xwe bi xwe malikê li hev dişewitînin.

Yên ku hinekî bi şervanan re dan û stendibûn digotin:

-Mamo, ev yek di serê hemû gelan re derbas bûye.

Ji bo ku nîqaş were birîn, Xelîl kete nav axaftina wan bi awayekî ken û girî got:

- kûçikên gund qet ji ber çavên min naçin. Dema ku qemyonê ji gund da rê, kûçik li ser dûvê xwe rûniştin û bi hev ewtewt kirin. Heta ku qemyon ji ber çavên wan winda bû, berê xwe neguhertin. Li gundê ku hate şewitandin û bû kavil, bi tenê man.

 Xalid got:

- Birayê Xelo, bûyerên hê ji vê mezintir hene.

 Li vê kolana ji me wê de malek heye, heft kufletê wê bi yek carê tevlî xanî hatine şewitandin.

Bi saloxan, tîmên taybet hem agir bi malan dixist, hem jî ji aliyekî ve gulebaran dikir. Nalînên zarokan, bi tiqeteqên tîman hatibûn xeniqandin.

Zarokên gundê Êrkendê di emrê xwe de hê ev qas şewqa lembeyan nedîtibûn. Tîtetîta qorneyan, serê wan gêj kiribû. Lembeyên bajêr wekî stêrkên gundê wan nediçirisîn. Pêşiyan nehişt xew bikeve çavên wan. Laşê wan tev bû sorik. Bi nênûkan laşê xwe dixurandin. Xirtexirt ji çermê wan dihat. Şeveke wilo bêxew, kûr û dirêj bû.

Dengê lorîkên dayîkan, dengê zîz û melûl, heçkû ji binê bîreke kevnare were, fetisî derdiket.

Xelîl cixareyeke stûr pêça. Dema ku cixare dikêşa, serê cixareyê dibû wekî bizotekê. Ne nalînên zarokan ne lorîkên zîz û bişewat û ne jî pêşiyên gezok bandor li ser ramanên wî nedikirin. Wekî yekî nîvmirî, bêtevger di nav nivînan de raketibû. Çavên wî bi stêran ve cemidî mabûn. Got:

- Gundê Êrkendê, zarokatiya min a qemirî, xortaniya min a çargavkî, evîna min a veşartî, hevalên min ên şervan, dilgerm, zana û çeleng tê de... Gundekî virt û vala. Heval li ser çiyê û di nav wan daristanên xweş de. Niha ez li vir û ew li seriyekî dinyayê yê din. Dê çawa be? Hêj nû xweş bûbû rewş û jiyan. Bend û fesadî, hevkuştin, zikreşî, bexîlî ji holê rabûbû.... Lê em pê şad nebûn. Ew bi me şad nebû.

Dîmenek dihat ber çavên Xelîl û yek winda dibû. Digot: "Gelo zarokên min dê li van deran perîşan bibin, gelo hevalên mîna yên li gund li vir jî hene?

Mitala wî dîsa çû ser gund: "Gelo darên gwîz û behîvên me dê hişk bibin, leşker dê wan bixwin, cerdevan dê wan bibirin? Dibe ku heval li wan xwedî derkevin.

Xelîl hê di nav van fikr û ramanan de bû, bi dengê jina xwe Sêvê hişyar bû. Sêvê gotê:

- Xelîl! Ev sê car in ku ez gazî te dikim lê tu guh nadî min. Xêr e? Qey tu ji min hêrs bûyî? Tu dizanî çi hate bîra min? Henek û tinazê heval Elî hatin bîra min. Heval Elî herdem digot, "Hevala Sêvê têkoşe, xwe bigihîne da ku di navbera jin û mêran de cudahî nemîne. Divê ku mafê mêr û jinan yek be.” Dema wî wilo digot, tu di bin simbêlan re dikeniyayî. Elî hevalekî çiqas dilovan û hêja bû.

 Xelîl bişirî, rûyê xwe ji Sêvê guhert. Qasakê bêdeng ma. Got:

- Sêvê! Dilekî min dibê hema rahêje qaf û qolê xwe, rast û rê berê xwe bide Êrkendê. Tîm me dikujin, cenderme me dişewitînin, çi dibe bila bibe. Ev şeva mizawir, ev şeva fetisok derbas nabe. Qey hemî şev dê wilo wekî dasiyekî, wekî kulmistekê di gewriya min de bimînin? Ez dê çawa temenek li vir biborînim?

Di vê şeva xedar û tijî stêr de, serxweş û tolazên bajêr bi qîr û qîjemîj rêya malên xwe digirtin. Gurmegurm û dingedinga dengê firokeyên ku ji balafirgeha Încîrlîkê radibûn bêdengiya şevê dişîkandin. Sêvê got:

- Rebenê! Çima tu nabêjî ew qas firokên ku dihatin li ser asîmanê me difirîn û em bombe dikirin ji vir dihatin.

Xelîl got:

- Sêvê! Qey em dikarin heta çend rojan di ser zikê Xalê Xalidê Elî de bimînin. Ji xwe ew kom û kuflet in. Em jî li ser pişta wan bibin bar, ew jî dê hê bêhtir perîşan bibin. Erê niha havîn e. Mirov dikare li hewşê, li ser banî jî rakeve. Lê zivistan dê çawa bibihure. Ez nizanim ev çi şeveke malkambax e. Ev şeveke dûdirêj û bêser û bin e. Heçkû destekî zexm dilê min diguvêşe. Bêhna min pir teng e.

Xelîl bûbû wekî masiyekî ku ji çem derketibe. Ev der pê nexweş bûn, jê re xerîb dihat.

Tarîka şevê û bêhêvîbûna dilê wî dida ber hev. Gelek bûyerên dijwar di serê wî re derbas bûbûn. Zehmetiyên herî biêş û belayên xerab di nava dilê wî de hêlîn çêkiribû. Belê wekî vê şevê tu caran xwe bi tenê nedîtibû. Evqasî bêmefer û bêhêvî nemabû.

Xelîl nêrîna kûçikên xwe qet ji bîr nekiribû. Ew awirên tûj û bilome. Wî dizanîbû ku niha li gundê Êrkendê dilê xakê lawir û çûkên çiyê, kaniya jorîn, hinarên bi dara ve, gwîzên weşiyayî xwînî dibin.

Dilopên xwînê di şeva kambax û malxerab de xwe bi ser ramanên wî de berdida. Niha pisîngên gund her çiqas lêdan û tadeyiyê ji destên zarokan nebînin jî, dîsa jî ne bextiyar in. Di bin wî asîmanê şîn de her tişt wekî Xelîl bitenê ye û nav tirsê de ye.

Dema ku dengê banga melê ji hoperlorê bi ser xewa sibehê ya şêrîn de belav dibû, Sêvê ji zû ve di xew ve çûbû. Şewqa heyvê li rûyê wê dixist. Rûyekî gelek bikeder, eniya wê bi qermîçok bû. Bi tenê binkiraskê çît lê bû. Keçika wê Binevşê, xwe bi singa diya xwe ve zeliqandibû.

Ji şewata pêçiyên xwe Xelîl bi xwe hisiya ku agir gihîştiye poçika cixarê. Pir tam ji vê tûtinê nedigirt. Tûtina kewaşe bû.

Xalidê Elî misînê xwe yê sifrî dagirt. Desmêj girt. Sicade li ser textê ku di hewşê de bû rast kir. Berî ku dest bi nimêja sibehê bike çend caran bang kir Xelîl:

- Biraziyê Xelo, biraziyê Xelo ma tu ranabî nimêjê, ji wî we ye ku Xelîl razayî ye. Xelîl tê neanî der ku ew hişyar e. Qet dengê xwe nekir.

Di vî bajarê ku bi hezaran ên wekî Xelîl di şeveke wilo malkambax derbas kirine de, mirovên ji welatê xwe qutbûyî niha xwe amade dikin, ji bo çûyina karê barkêşiyê, firotina fêkî û daneheva pembû...

Di vê demê de tarî û ronahî li ber hev didin. Yek naxwaze rê bide ya din. Lê wekî her car ronahî zora reşiyê dibe. Ronahî giran giran û bi naz xwe bi ser vî bajarê kozmopolît de berdide.

Gelek mirov hatine Edenê. Çend şevên xedar derbas kirine. Şev û roj û her kêliyên wan mîna şeva pêşî ne. Lê haya wan jê tune ye. Di nav pîkoliyê, mitaleya aboriya malbata xwe û tirsa êrîşên polêsan ên di wexta berbangê de jiyaneke bi hesret û xemgîn li dûrî welatê xwe derbas dikin.

Xelîl, Sêvê ji xew şiyar kir.

Sêvê rabe rojê hilatiye. Em xwe berdin jêr.

Du heb firoke ji balefirgeha Încîrlîkê bilind bûn. Qeflek kevok jî ji ser xaniyan ber bi asîman ve firîn.

Sêvê bi dengê firokan veceniqî. Xelîl çend deqeyan li firokan nêrî...