Öyküler

GIRNEWAS
 

Behiyayê nimêja esrê kir û bi awayekî gêj cilika nimêjê da hev û danî ser teşta ku hevîrê meyandî tê de bû. Lêva wê dilebitî, selewat didan. Dengê xwe gihande mêrê xwe yê ku li hewşê mêw av dida:

-Heyran bi Xwedê ya herî baş ew e ku em vî lawikî bibine Girnewas. Hebe nebe cinan lê xistiye. Hêj li destê min bû, xweş tê bîra min te pelên pîvazê avêtibûn sobeyê. Bi xwedê wê şevê bi Zeynî re giha, cinan lêxist. Erê îşê xwedê ye, lê ma kes ji ber xwe ve dîn dibe. Bi ya min dikî vê çarşemê, em şikevayekî çêkin, erebeya hespê ya Remoyê Bahwarî bigrin û em herine Girnewas. Em xwe biavêjine dexlê mîrê cinan. Wê êvarê, emê li wir bimînin, belkî Xwedê dermanekî bide ji derdê me re. Hemû dinya diçe Girnewas.

Hemedo yekî cirnexweş û bêhnteng bû. Ku Zeynî zerar dida mêwa wî, lê dixist, dikire halê mirinê. Dawî destê wî dikire qeydê û bi zencîrekê, bi dara tûyê ve girê dida. Sir û serma, berf û baran jê re ne xem bû.

Guh neda Behiya, avdan domand. Lê jinê venebirî, kire pitepit. Hemedo hew xwe girt:

- Keçê de bes gûyê diya bixwe. Ka kîjan nexweş çûye li Girnewas rihet bûye. Jixwe gir mir jî nemaye. Hekûmet gir dikole, bi saloxan çend kûpê zêran jê derxistine. Heke cin ewqasî jêhatî ne bila pêşî bi wan ên ku gir dikolin vedin.

Got û cixareyek stûr pêça û bi hesteyê muxtaran vêxist. Jinê ji ber neda paş hate nêzî mêrik û lê vegerand:

- Kuro huş be. Wele tê belanine mezin bîne serê me. Çawa tu dev diavêjî Girnewas. Mîrên cinan li wir raketiye. Kî ji bavê xwe ye, bêyî ku tiştekî hesin bi xwe ve bike û here bi tenê yek şevê li wir rakeve.

Zeynî zarokên kolanê hemû dabûn pey xwe û dibezî. Destên xwe mîna ku dîreksiyon girtibe dihêjand. Bi devê xwe jî teqlîdê dengê motora otobusê derdixist. Carinan jî li qorne dixist. Tît, tît...

Bêv ew dît, hêj bêhtir bi ser Behiyayê de hil bû:

- Ma ne ew jî lawê te ye.Tovê xerabûyî!

Behiyayê bi gotinên zilamê xwe pir tengezar bû. Lê nedixwest zêde bi ser de here. Wê wekî her dem lêdan bibûya para wê. Lê dîsa di ber re avêt:

- Tu jî wekî telebeyan bêbawerî yî. Hemû xelk û alem dizane ku Girnewas girê cinan e. Her çarşem jî cin li dora Mîr dicivin. Yek bi yek gilî û gazincên xwe ji Mîr re dibêjin. Yekî ku neheqiyek ji destê cinsê mirovan dîtibe di civînê de dibêje. Li gor sûcê mirovan ceza ji wan re tê birîn. Tu bi xwedê bikî carek tene be jî dilê min nehêle mêriko. Em herin mihekê, nebû bizinekê li wir serjêbikin. Tiştê me jê xwar, tiştê ku "jimeçêtiran" jê bir, hinekî jî emê bidin xizan û parsekan....

Hemedo xortûma xwe da hev. Giyayê ku çinîbû avête kozika kêvroşkan a di kuncika hewşê de. Vê carê bi awayekî lavekar û nermî got:

-Hermet tu dibinî ji sibehê heta eşayê ez pirîkêtan dibirim. Ka heqdestê min çiqas e? Em zikê xwe têr nakin, tu qala cinan dikî. Ma rewşa me ji ya wan baştir e? Tu ew qasî dixwazî, wî bazinê xwe bifroşe, bila birayê te roja çarşemê we bibe. Ez bixwe nayêm. Jixwe di heftiyê de carekê betal im. Wê rojê jî bi kevok û kêvroşkên xwe têkildar dibim. Agir bi malê neketê bes min hêrs bike.

Hêj dê û bav di qirika hev de bûn, Zeynî di deriyê hewşê re da der. Dawa kirasê xwe yê gulgulî tije beq kiribû. Beqê fetisandî.

Got:

- Bavo bavo beq bû peqpeqok, teqî. Teq...

Bav, awireke dijwar jê veda. Behiyayê tirsiya ku dîsa bav, lawik biêşîne.

Gotê:

- Here hundir kuro. Ava bacanê di nanê xwe bide. Tu ji sibehê de birçi yî.

Çend roj derbas bûn. Behiyayê bazinê xwe yê bûkaniyê bir li ba zêrker hûr kir. Bi qasid re xeber şand ji birayê xwe Emer re. Ji bo çûyîna Girnewas dest bi haziriyê kir. Wê êvarê berî ku bikeve xewê, çi duayên ku dizanibû, hemû kirin. Ji bo ku kurikê wê rihet bibe hawar gihande welî û nebiyan. Di dilê xwe de got:

- Xwedêyo! Sibe çarşem e, Newas û hemû cinên din wê li hev bicivin. Dibe ku daweta wan jî hebe. Bila dilovanî bikeve dilê wan û me bibexşînin. Da ku Zeynikê min sip û sax bibe.

Dotira rojê erebeya bi hesp a mala Remoyê Bahwarî kirê kirin. Hûremûr û bizineke kol avêtin ser erebeyê, her sê jî lê siwar bûn. Dema erebe di nav sûkê re derbas bû, wey li wî ku tinazê xwe bi Zeynî bike.

Hemû dikandaran ew nas dikir. Xelefê terzî gotê:

- Xêr e Zeynî, bi ku de?

Zeynî, di erebeyê de rabû ser lingan, bê li kirasê wî da. Kiras werimî.

Got:

- Lo erebeyek li ba Moriz xera bûye. Şifêr tûne ne. Ezê herim biajom.

Şagirtiyê terzî xwe avêt ser erebeyê, gotê:

- Lawo, tu ji ku dizanî erebeyê biajoyî.

Yekî din destê xwe da serê Zeynî, got:

- Heke tu şifêr î, tuyê erebeya bi hesp biajoyî?

Dema şagirtî destê xwe danî ser serê wî, Zeynî got: Tîîît, in in in, rê bidin, Qemyon hat. Firrr...”

Diya wî, bi awayekî guhnedarî li wan temaşe dikir. Hişê wê li ser Mîrê cinan bû. Di dilê xwe de got: “Wele ev çend e, min ava germ bê besmele nerêjandiye, pelên pîvazan tu caran navêtine nav êgir. Her çiqas em "jimeçêtiran" nebînin jî ew me dibînin. Divê ku hay ji min hebin û Zeynî bibexşînin...”

Erebe ji nav bajêr derket. Çend erebeyên din jî tije jin û zarok bûn. Jinên edrek, zarokên felcê li wan xistî, bawî, tawî...

Hesp ji nişkê ve herimî. Bahremo çend qamçî lê xistin. Hesp çargavkî bezî. Kêfa Zeynî pir xweş bû. Ji ken devê wî gazekê ji hev vebû.

 Wexta Behiya gihîşt ba Girnewas, çavên wê çûne nav serê wê. Bi awayekî ecêbmayî, laşê wê bû wekî cemedê, di cihê xwe de rawestiya. Pirî darên li ser gir hatibûn birîn. Gir hatibû kolan bûbû wekî çalekê. Cîbeke pîlaqeya wê fermî li ber çem sekinîbû. Çend kesên ku şevqeyên selikî li serê wan bûn, bi pantolê kurt û du heb ji wan bi berçavk tiştekî mîna kûzekî di destê van de pir bi dîqet lê dinêrîn.

Ew girê ku di dilê Behiyayê de pîroz û bi tilsim bû niha bûbû çalek. Ne darên ku bi terîşên rengîn hatibûn xemilandin û ne li binê daran merşên raxistî hebûn.

Beriya ku erebe vegere Behiyayê ji Bahremo re got, "Sibehê hê zû bi me ve were. Nîvê heqê wî dayê. Emer bizin serjêkir û bi dara tûyê ve daleqand û gurand.

Şeveke tije stêr bû. Dengê beqan, sîsirkan û xuşîniya avê, bayê hênik û bêhna fekiyên newalê tameke cenetî dibexişand. Emer û Zeynî ketine xewê û pixepix kirin. Lê Behiyayê ma li benda cinên dilovan...