Öyküler

DESMALA BI XWÎN
 

Wekî hemû havînan, îsal jî textê xwe yê ji dara gwîzê li ser banî vedabûn. Her êvar dayika Sêvê digel keça xwe Eyşanê hîzarê spî li çar aliyê têxt dipêçan. Text dibû wekî odeyeke bêban. Nivîn li ser têxt radixistin. Ber êvarê karê hemû keç û jinên navçeyê ev yek bû.

Xaniyê vê derê bibêje hema bi hev ve bûn. Jinan hem nivîn hildidan jor, hem jî bi hev re giftûgo dikirin. Carinan jî bûyerên ku ji radyoyê bihîstibûn, bi hev re şîrove dikirin. Êvarê piştî xwarina şîvê, cîran diçûne şevbuhêrkê. Tîna dilê xwe bi çaya qaçax a Binxetê dişikandin. Havînek bi vî rengî derbas dibû.

Şevek ji wan şevên germ bû. Bêhiskan (pêşiyan) rûyê zarok û pitikan dialast. Di dest û rûyê wan de pelqas çêdibûn. Zarezara zarok û pitikên lawaz, ji ser xaniyan bilind dibû.

Ferzende xwe li ser text dirêj kiribû. Çavên wî ber bi peyka ku bi aliyê başûr ve diçû qerimîbûn. Demeke dirêj wilo ma, dawî peyk ji ber çavên wî winda bû. Hinekî li Taxa Hilêlikê nêrî. Şewqa lembeyên Qamişlokê ji yên Nisêbînê geştir dixuyan. Awirên wî ber bi Goristana Cihûyan ve şemitîn. Çemê Çexçex nermîn diherikî. Di Goristana Cihûyan de ya ku li serê girik e û bêhtir nêzîkî malên Serxetê ye, remiya çirayekê xuya dikir. Çira carinan dikir ku vemire, carinan jî xurt dibû. Ferzende bi awayekî sermest li vê çirayê dinêrî. Diya wî pirsî:

-Lawo Ferzende! Tuyê îşev rabî paşîvê?

Ferzende rabû rûnişt. Bersiva diya xwe da.

-Yadê, jixwe min dil nîn e ku heta paşîvê rakevim. Ezê gaveke din herim qehweyê. Nêzîkî paşîvê ezê vegerim.

Ewtewta kûçikan ji ber tixûb dihat. Dengê nobedaran jî ji dûr ve dihat, lê baş nedihat fêmkirin ka ji ku alî dihat. Ferzende dixwest rojên meha Remezanê, wekî libên tizbiyê li pey hev werin kişandin. Ev salek e ku bi destgirtîbû. Par dezgîraneke ne li gorî edetan çêkiribûn. Dê û bavê wî bi wesîqeya ku qeymeqam dabû, çûbûne Binxetê, gundê Maşoqê, Rihan jê re xwestibûn. Ferzende bi tenê yek carê Rihanê dîtibû.

Her sal Cejna Remezanê roja duyemîn, gelê Binxetê û Serxetê li ber têlê wekî refên qulingan rêz dibûn, bi destûra hikûmeta Tirkî û Sûrî her kes bi mirovên xwe re dipeyivî. Li hal û wextê hev dipirsîn. Yên serxetê melkes, rûnê giyê, nokê daxkirî û hûremûran didin wî alî, yên wî alî jî çay, kitan, qehwe, îskanên çayê yên "qirilmez"didin xwediyê xwe yên ku li Serxetê dijîn.

 Her sal, piştî dema ku pîpîka zabit lê dixist her kes bi dilekî fireh lê şikestî, bi şahiyeke nîvçemayî bi çavên ji hev têrnebûyî, bi gavên sist ji hev dûr diketin.

Gelek dotmam û pismam di vê hevdîtinê de dibûne destgirtî û gustîlk bi hev diguhertin.

Ferzende û dotmama xwe di hevdûdîtina (gorişma) par de hev dîtibûn. Dawî dezgîrana wan li Binxetê, li mala apê wî Xelef, bi beşdariya çend rihspiyên gund çêbûbû.

Ferzende, heçkû li ser êgir be, di cihê xwe de nedisekinî. Li benda roja duyemîn a cejna Remezanê bû. Wê kinên xwe, qundereya xwe ya nû wergirta, xelatên ku ji Rihanê re kirîbûn, têxista bin çengê xwe û serê sibehê hêj zû, wê cihek ji xwe re li ser pira ku di ber têlê de bû, bigirta. Heke ku malbatan hinek fersend bidaya wan, ew bi tenê bihiştana ewê hinekî biaxiviyana.

Dema ku Ferzende ji qehwexaneyê vegeriya dê, bav, xwişk û çar birayên wî yên jê biçûktir rabûbûn ku paşîvê bixwin, dengê diya wî dihat, digot:

-Behrem! Di navbera her du cejnan de dawet nabe. Bi xêr piştî Cejna Haciyan divê ku em bûka xwe biguhêzin. Divê ku tu ji niha de rêzanekî nas pê haydar bikî, da ku Rihanê di tixûb re derbas bike.

Malbata Behrem berî cejnê bi du rojan xaniyê xwe bi kilsê û boyaxê seyandin. Kincên zarokan, şekir, birinc û berxikek ji bo serjêkirinê kirîn. Her du rojên cejnê yên pêşî, xew nekete çavên Ferzende. Serê sibehê ser û çavên xwe şûştin. Riya xwe kur kir. Kincên xwe wergirtin û riya ber xetê girt.

Zarok di kolanên navçeyê de wekî gulên rengîn bûn. Kincên xwe yên xweşik li xwe kiribûn. Hinek ji wan bi heq li bisiklêtê siwar dibûn, hinek li deydikan siwar dibûn, hinekan jî demançeyên derewîn diteqandin. Ferzende, di ber hola şahiyê ya cejnê re bihurî. Zarokatiya wî hate bîra wî, lê zêde nesekinî. Bi lez di ber holê re derbas bû.

Bi rê de leqayî kurê cîranê xwe Behzad bû. Silav dane hev, çûne rûyê hev û cejna hev pîroz kirin. Hêj Ferzende nepirsîbû, Behzad got:

-Dibêjin vê cejnê "gorişme" qedexe ye. Yuzbaşiyê nû pir xerab e. Rengê bêbavan pê dikeve.

Mirov hêdî hêdî ber bi têlê ve diçûn lê leşkeran nedihişt nêzîkî têlê bibin. Gelê Binxetê hatibû ber têlê, qeymeqamê Qamişlo destûr dabû. Gelê jêr ber xetê kiribû wekî bexçeyekî gulgulî. Hûremûr û xelatên xwe danîbûn erdê û li benda xwediyên xwe yê li Serxetê bûn.

Xelk li ber devê hepsa navçeyê ya ku 50-60 metroyî ji têlê dûr bû, kom bûbû. Hoperlorên nav bajêr bang da ku îsal “gorişme” tune ye. Lê kes belav nebû. Panzêr hat, wê jî bi megafonê bang kir ku “gorişme” tune ye û bila her kes here mala xwe. Ferman wilo hatiye dayîn. Ev fermana yuzbaşiyê tabûrê ye.

Çawa bang qediya, zabitek ji panzêrê peya bû, ber bi gel ve hat ji wan re got:

-Biqeştin herin mala xwe, qey hûn ji xweşikayiyê fêm nakin. Hûn hînî darê zorê bûne. Ku hûn lêdanê nexwin, hedana we nayê.

Dema zabit wilo got, xortekî xwe da pêş û got:

-Ev tiştên ku hûn dibêjin ne di cihê xwe de ne. A din jî "gorişme" mafê me ye. Salê carekê em û dost û pismamên xwe hev û din dibînin, nîvê malbata me li wir e, nîvî li vir e.

Yê zabit ew xort da ber şemaqan, leşkeran jî bi qundaxan êrîşî ser gel kirin. Gel jî bi keviran li ber xwe da. Vê xirecirê qederekê dom kir. Dawî bû reqereqa G3'yan. Çîremir û zakezaka yên derbxwarî bi ser bajêr diket.

Ferzende jî li ber hêtê sînemaya navçeyê ya havînî dirêjbûyî bû. Xwîn li ber serê wî bûbû gol.

Xelatên ku ji Rihanê re kirîbûn di nav xwînê de mabûn. Piştî çend rojan, desmala Ferzende ya ku ji xwînê sor bûbû ji dergistiya wî re şandin, bi rêberê ku wê Rihan serxet bikira re...