Öyküler

AŞÊ XEZEBO

 

GIRNEWAS: Ev Kurteçîrok di navbera salên 1990 û 1995'an de hatine nivîsîn.


Aşê xezebo li ber Çemê Çexçexê hatibû avakirin. Li gorî gotinên şêniyan, ew ji Ermeniyan mabû. Ava Çemê Çexçexê di nav deşta Bûnisra re wekî mêr xwe ba dida û di du çalan re xwe berdida aşê Xezebo. Ji berbanga sibehê heta ku roj diçû ava, çeqçeqa êş nedisekinî.

Rojên berê, gundiyên derûdora navçeyê, dema ku dibû nîvê şevê genimê xwe li hesp û keran dikirin û li gorî stêra kerwankujê berê xwe didan Aşê Xezebo. Kî zû bigihîşta êş, dor a wî bû. Gundiyan barê xwe datanî êş û kerê xwe dibirin, li xanê girêdidan. Nanekî firnê û sed gram helaw bi hev dixwarin. 

Xezebo, miroveki qamqût bû. Porê wî spî bû. Nedihate zanîn ka ji pîrbûnê ye, an ji êrd e. Pir hindik diaxivî, hin mirovan digot derd û xemên wî pir in. Hinekan jî digot bi şev ew qasî bi cinan re diaxive, êdi bi roj tiştekî ku ew bi mirovan re biaxive namîne.

Çiqas jin li navçeyê hebûn, ew qas çîrok di heqê wî de hatibûn gotin. Ku du jin li hewşa êş rûdiniştin, te dît ku yekê ji wan digot:

Rebenê! Li palêsî û bêdengiya Xezebo nenêre. Wele, li gorî ku tê gotin di xortaniya xwe de, ew xorteki wilo spehî û nestêle bûye, mirov guneh dikir lê binêre. Lê mala xizaniyê xera bibe. Wî dil dabû keça yekî zengîn. Xezebo di nav mala wî de dixebitî. Hingî ew pê hisiya ku dilê Xezebo û keça wî di hev de heye. Piştî ku mirovê zengîn tê anî der ku Xezebo dil ketiye keça wî, ew ji nav mala xwe derxist. Ji wê rojê pê ve, roj bi roj Xezebo heliya, çavên wî kûr bûn. Bû wek komek hestî. Kurm ketine laşê wî.

Bi vî awayî axaftina jinikê dûvdirêj dibû. Heta ku jinikeke din bigota:

-Keçê li gorî ku min bihîst, Xezebo ne bê mal û bê jin e. Zarokên wî jî hene. Lê ji ber ku jina wî bihîstiye ku Xezebo dil daye keçeke cin, wê û zarokên wî dev jê berdane.

Ev çîrokên di heqê Xezebo de, di devê her jinê de bi awayeki cuda dihatin guhertin.

 Çawa ku gotegotên di heqê Xezebo de rengereng û bi tilsim bûn, dara tûyê ya di nav bexçeyê êş de jî bi tilsim bû. Dema ku zarok bi ber tûyê ve diçûn, dayikan dikire qîr, "Lawo ber bi tûyê ve neçin, cin wê we biavêjin avê, hûnê bixeniqin, ma qey hûn nizanin ku her roj cin zarokan ji tûyê werdikin.” Li gorî baweriya dê û bavan, ji ber ku zarokan tûyên wan dixwarin, cinan zarok ji dara tûyê werdikirin.

Îro li şûna Aşê Xezebo qesreke sê-çar tebeq hatiye avakirin. Li nav bajêr çend aşên ku bi ceryanê dixebitin, arvanê gundiyan dihêrin.

Tu kes nizane Xezebo bi ku de çû. Sax e, an miriye. Hin dibêjin, ew îro aşikê cinan digerîne. Hin dibêjin ew bi Pelqîzeya ecinî re zewicî.

 Li şûna êş xanî hatine avakirin. Lê, hê jî dema ku navnîşanek tê pirsîn. Tê gotin ku mala felan kes li tenişta Aşê Xezebo ye. An jî dikana bêhvan kes, berî ku mirov bigihîje Aşê Xezebo ye...