Basından

Nivîskar Hasan Kaya Peketa Guherîna Qanûna Bingehîn Dinirxîne





Radyoya Dengê Amerîka, 03.04.2010

Rop:Robîn Reşvan


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Hasan Kaya li ser gotûbêjên guherîna qanûna bingehîn li Tirkîye dipeyive.

Birêz Kaya dibêje, her çi qas tê de kêmahî hebe jî, guherîna qanûna bingehîn pênvageke erenî ye û divê Kurd destek bidine wê paketê. Civat û parlemana Tirkîye bûye du alî: yên guherînxwaz û yên dijî wê. Divê Kurd û nûnerên wek BDP cîhê xwe li ba guherînxwazan bigire.

Hasan Kaya her dibêje, divê hikûmeta AKP stûya xwe li ber gêfeyên Partîya Gel ya Komarî (CHP) xwar neke û paketê reformê bibe referandumê.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.