Basından

Li Ser Bûyera Dr. Kemal Seyid Qadir
 

23.12.2005-Stenbol           


Nêzîkê mehekê ye ku di çapemeniya Kurd de nûçeyeke balkêş tê weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku Dr. Kemal Seyid Qadir di hinek gotarên xwe û axavtina xwe de rexne li birêveberiya PDK û hekûmeta Kurdistanê herêma Hewlêr kiriye; hindek çapemenî ji radigihînin ku wî heqaret an dijîn ji bo bernavê “Barzanî” kiriye.

 

Di van çend hevokên ku binivîsim de naxwazim bi dûdirêjî behsa derbirîna raman azad, mafê gotinê, mafê hizirînê bikim. Bi baweriya min hîç kurdek tune ku li ser vê meselê ne şehreza be. Beriya herkesekî hemû serok, sekreter, leşker, peşmerge, birêveber, karmendên hekumeta kurdistanê; biçûk mezin şoreşegerî li dijî rejîmeke dîktatorî û faşist kirine. Ew baş dizanin ka ramana azad çi ye û ne çi ye.

 

Digel vê çendê, îro şoreşgerên duhî li welatekî êdî bûne birêveber ango desthilatdar. Lewre di kiryarên xwe de helbet ewê wekî desthilatdarekî bitevgerin, ne wekî dijberekî rejîmê. Lê di birêveberina welat û gerandina çerxa desthilatdariyê de helbet wekî kesê xwedî wijdanê azad me maf heye ku em yasayên demokratîk, feraseta demokratîk û di îdarekirina dewletê de kevneşopiyeke demokratîk ji xwediyên erkê; ji parlemento, dadgeh, hekûmet, serokatiya dewletê û hemû saziyên hukmî bixwazin.

 

Hîç kurdek hizir nake ku heqaretkirin li nirx û kesên ji bo gelê me pîroz bin wekî tiştekî rewa bête dîtin; lê yasayên cîhana medenî dema ku şîdet nebe ji bo derbirina ramanê ceza nabirin. Ji bo heqaretê jî cezayên ewçend giran tune ne.

 

Meseleya Dr. Kemal Seyid Qadir tevliheviyekê di serê hemû rewşenbîrên xwedî wijdanê azad de çêkiriye. Gelo rastiya meselê çi ye? Kes ji me nizane. Xêrnexwazên kurdan dixwazin bi vê meselê kêmaniyê ji gelê me yê ku îro li başûr bûye xwediyê desthilatdarî re çêbike.

 

Wekî kesekî ku guh dide dengê wijdanê xwe bang li rayedarên têkildar ên federasyona kurdistana Iraqê dikim! Zûtirîn kat vê meselê çareser bikin! Bila raya giştî bi rastiya meselê bihese. Banga min ji bo serokê Kurdistana Federal serokê birêz Mesût Barzanî ye. Bila ew mezinahiya xwe di meselê de jî nîşan bide; ger bi rastî jî dadgehekê 30 sal ceza li kesekî birîbe, bêyî ku ew kes tevli karekî şîdet û terorê bûbe; divêt ew kêmanî, ew yasa zûtirîn dem bête ser rastkirin.

 

Xewn û hêviya me ye ku Kurdistana azad bibe wek mînakeke welatê demokratîk û ramana azad.