Basından

JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE
                                          
 
 
 15.04.2003

Gelek qewmînên dîrokî li rojhilata navîn pêk hatin û pêk tên. Dewletên Emerîka yên Yekbûyî, digel benda xwe dixwaza li tevahiya cîhanê pergaleke nûjen saz bike. Bi vê sedemê, li Rojhilata navîn jî dê gelek statuko û formên berê dê hilweşin. Şerê Irakê yek dîwarê hilweşiyayî ye, ji sîstema berê.

 

Di vê pergela nû de, hemû dewlet û netewe dixwazin li gorî berjwendiyên wan guherîn pêk werin. Hemû gavên xwe li gorî berjewendiyên neteweyî diavêjin, hemû helwest û peyamên xwe li gorî berjewendiyên xwe eşkere dikin. Ango dixwazin di vê bazarê de serkefî bin.

 

Piştî dehan sal, kurd di 1990 de, li başûr bûne xwediyê statu. Ev gaveke dîrokî bû. Saziyên neteweyî hatin damezrendin. Parlemento, zanko, artêş, polîs û hwd. Piştî deh salan ku kayrana Irakê dest pê kir, hemû kurdên cîhanê ketin nava coşî, hêvî û bendewariyekê. Gelo kurd dê çi sûdê ji vê vakiayê wergirin.

 

Helbet dewletên ku kurdan di bin destê xwe de digirin jî ketin fikara vê ramana kurdan. Di nav vê teq û reqê de, em weke saziyeke kurdan a sivîl, neteweyî û demokratîk ji hemû partî, rêxistin, rewşenbîr û serekên kurdan dixwazin:

1-     Sebra kurdan ji binketin, hilweşendin û pevketinê re nemaye. Lewra ji bo berjewendiyên neteweyî YEKÎTÎ

2-     Ji bo Kerkûkê û hemû polîtîkayên din ên hesas “konsesûke neteweyî”

Banga me ji Tirkî, Sûrî û Îranê re: 

1-     Destûrê bidin bila ba we jîkurd, weke kurdên başûr çarenûsa xwe kifşe bikin.

2-     Dev ji destdirêjiya kurdên başûr berdin û bi kurdan re li hev werin.

Em bangî raya giştî ya Ewrupa û Amerîkayê dikin, ku piştgiriya mafê kurdan bikin. 

Bi slav û rêzên me.
Hasan Kaya