Basından

KURTEREXNEYEK LI SER “BİHÊLE”- PIRTÛKA HASAN KAYA

CUDİ R. ULUÇ                                    

                                               

          Yek ji zimanzanan Roman Jakobson, di diyarkirina fonksiyona ziman de, dibêje ku di çalakiya ragihandinê de hêmanin cî digrin*:

-         Berî her tiştî şandinker (yê ku peyvê dibêje, yê ku helbest, romanê dinivîse hwd.) heye.

-         Tiştê ku şandinker dibêje an jî dinivîsîne jê re dibêje danezan, belavok. Ev belavok nivîs, wêne û peyv e.

-         Ji bo ku ev hêmanan di nava yekîtiyekê de manakê bistînin jî, divê girtiyar hebe.

-         Di dawiyê de jî, ji bo ev danezan, ji hêla girtiyar bê fahmkirin divê kodek hevpar hebe. Mînak; ev kod dikare zimanekî hevpar be. 

Li gor baweriya min, ev hêmanên ku li jor derbas dibin bi tevayî li gorî sewiya têgihiştina girtiyar tên guhertin. Ev guhertin bi radeya agahdarî û çandê ve girêdayî ye.

            Her hunermend bi civaka xwe ve, bi zincîrên çandî girêdayî ye. Ev zincîr kevneşop e, tore ye, helwest e û hwd. Û ji bo wêjeyê jî ya herî girîng, em karin bêjin ku ziman e. Hunermend, her çiqas xwe di warê hunera xwe de pêş bixe jî, ev qerektêr pê re dimeşin û li ser şexsiyeta wî dibe nîşanên berbiçav. Heta radeyekê hunermend dikare bi kevneşopî hereket bike. Lê ku hunermend, di warê hunerê de bixwaze bibe klasik, gerdûnî, divê bi rêzikên gerdûnî tevbigere. Dîsa jî ev rêzik nayê mana pêwistiya ku hunermend nirxên herêmî bi kar neyîne. Hunermendê herî mezin ew e ku tiştê ji herêmê standiye berî her tiştî bigihîne civaka xwe û dawiyê bigihîne teva mirovahiyê. Mademkî huner ji bo mirovahiyê ye, divê bi hunermed re qisaweta gihaştina mirov hebe û her wiha weke li jor me nîşan da jî gerek her tişt ji bo civakê be.

Zimanê kurdî, li Tirkiyeyê heta îro li dibistanan nebûye zimanê perwerdeyiyê. Ev jî bûye asteng ku Kurd çand û zimanê xwe pêşde bixin. Bi vê sebebê gelê me ji zimanê xwe bi dûr ketiye. Bi vê ve girêdayî jî, Kurd zimanê xwe nasnakin. Lazim e, zimanê kurdan bi wan bê hezkirin. Mîna berxika ku biyanî diya xwe bûbe û mirov wan li hev bibanîne. Ev wezîfe - bi taybetî ji ber ku saziyên kurdan ên perwerdeyiyê tunene - ya rewşenbîrên (nivîskar, helbestvan) me ye. Ji bo ku rewşenbîr vê fonksiyonê bîne cî şertekî pir girîng heye. Ev jî, bikaranîna zimanekî gelek hêsan û hevpar e. Ta ku gel jê fêm bike û lê bibane.

        Piştî ku me heya niha qala pêwistiya ziman di jiyana civakê de û rewşa zimanê kurdî kir, em dixwazin balê bikişînin ser pirtûka Mamoste Hasan Kaya ya bi navê “Bihêle” ku ji “Weşanên Elma” nû derketiye. “Bihêle”, ji bîst û du helbestan pêk tê. Bi vê pirtukê re heman dem di eynî weşanxanê de bi navê “Ayineke Piroz” pirtûkek ji sî û yek meqalan pêk tê ya Kaya derketiye. Di vê pirtûkê de gelek noqteyên balkêş û mûhîm, bi zimanekî xweş hatiye vegotin. Lê em dixwazin niha li ser pirtûka helbestan ya bi navê “Bihêle”, ji aliyê ziman ve çend tiştan bibêjin.

Mamoste Kaya, li gor qena’eta me hesasiyeta ku ji aliyê ziman daye meqalên “Ayineke Piroz”, nedaye helbestên xwe yên ku di “Bihêle” de nivîsandiye. Herdû pirtûk jî di wextekî de hatine weşandin, lê ji hêla ziman de gelekî dûrî hev in. Ev jî nîşan dide ku di warê helbestan de, ji bo ku gel fêm bike, Mamostê Kaya, tu xem ne xwariye. Gava mirov helbestên Kaya dixwîne, berî her tiştî giranbûna zimanê wî bi ber çavê mirov dikeve. Ev ziman wisa giran e ku yekî mîna min gava bixwaze bixwîne, pêwist e di destê wî de ferheng hebe. Ev rewş hem ji aliyê teknîkî û hem jî ji aliye estetikê ve întîbayeke baş nade.. Divê, helbest weke aveke xalî û xûşxûşok be. Ez meraq dikim gelo Mamoste Kaya van peyvokan di jiyana xwe de çiqasî bi kar tîne?

Helbestvan, lazim e xîtabî her kesî bike. Hele hele ev - ji ber sebebên li jor me bahs kir- ji bo miletê Kurd hîn elzemtir e. Helbestvan, azad e, dikare bêje “Terza min wisa ye, ez wisa dinivîsînim”. Li gor bawerîya me helbestvanekî tirk, ereb yan jî Ewropî dikare welê bifikire, lê evaya ji helbestvanên kurd re luks e. Ev rastî ji bo stand-up, şano, sînema û hwd. jî derbas dibe.

       Ji aliyê teknîkî ve; Mamoste Kaya, kêm zêde di temama helbestên di “Bihêle” de tim bi şexsê tekane yê dûyem (ikinci tekil şahıs) re dipeyive. Gava ku xwendevan dixwîne, tê zanîn ku ji “te/tû” re nivisandiye. Ev “tu/tê” helbestvan zane an jî yên ku dixwîne zane kî ye. Mînak:

Dûrî te
Kêmsemax im
Di nav baxê welatî
Nîv-kambax im
An jî helbestek din:
Texîr meke
Beza rehwaniya hespên serberdayî
Bila bibeze li zeviya nazikbedena te

Ev mînak - bêguman mirov dikare zêde bike. Ev ne tiştekî çewt te, lê pir derdikeve pêş. Mirov dikare bêje ku xwendevan aciz dike.

       Tiştekî din heye ku li pêşiya fahmkirin an jî hezkirina helbestên Kaya, dibe asteng. Ev jî hevokên dirêj in. Minak:

…şaneyên hêviya dahatûya asoyên min… ,
..li berderiyê xemsariya şermîçavên te…,
girêka huşbûna zîzbûna gulelêva xwe...
hemû demslên jan û zîzbûna temenê min...,
û gelekên din.

Ev dirêjkirinêndirêj, manayek pir razber dide helbestan. Ji bo xwendevan fahm bike, divê pisporê zimanê kurdî be. Lê civak ji zimanekî wisa re ne amade ye. Tiştê ku helbestvan dixweze bêje, bi zimanekî wisa ji hêla civakê ve nayê fêhmkirin.

          Li hember van rexneyan giştan, dîsa jî em karin bibêjin Mamoste Kaya yek ji kesên berbiçav e ku îro ji bo zimanê kurdî hewldanekê dide. Ev herdû helbestên Wî ku bûne stran (Lê keçikê tu nayê -Hakan Can û Çiyayê Bezar-Koma Rewşen.) nîşana xebatên wî yî ji bo çanda Kurdî ne.

Ya din, hinek helbestên di vê pirtûkê de hene ku zû bi zû ji bîra mirov naçin. Mînak; helbesta ”Janeke bê emanî tu” û “Dihok, hestên penaber û tu”. Helbesta ”Bihêle”… Helbesta ku ji bo Uğur Kaymaz nivîsandiye, weke lorînekê ye, lê ne li ser derguşê, mixabin li ser gora wî ye…

                                        

                                        Bê Paytexto

                                        Çend stêrk şermezar bûn,

                                        Çend sosinan serî tewand li ber te,

                                        Nizanim, çend beybûn giryan bûn li ser birîna te

                                         ……………
                                        Kuro gede, bê Paytexto..
 

                                              ……………………


 


* Roman Jakobson,( Closing Statement :Linguistic and Poeties),Cambridge