Basından

Ayîneke Pîroz / Hasan Kaya
Weşanxaneya Elma, Sibat 2005
 
Hinek ji gotarên Ayîneke pîroz di kovarên wekî Nûbihar, Peyv, Tîroj de hatine weşandin

Ji nivîsarên ezmûnî (deneme) û hûrnêrînî pêk tê.

Gotarên li ser çand, mîtolojî, zimanê kurdî û hinek bûyer û kesên ku di dema zarokatiya wî de, bandor li ser hiştine bûne mijar jê re. Li ser Mele Mustefa Barzanî, Apê Mûsa û Feqî Huseyn Sağniç gotar hatine nivîsîn.

Mînak tevkujiya Eleqemşê ku qewmîneke dîrokî ye û heta niha kêm kesan behsa wê kiriye, bi zimanekî edebî hatiye nivîsîn.
Di pirtûkê de, sî û yek gotar hene.


HASAN KAYA

Di sala 1964an de, li Nisêbînê (Mêrdîn) ji dayik bû. Heta lîseyê li Nisêbînê perwerde bû. Di 1982-1984an de, di fakulteya îktîstê de (Anadolu Üniversitesi İktisat Fakültesi) xwend, dawî dev jê ber da û salên 1984-1988, li Amadê ji fakulteya perwerdeyiyê beşa edebiyatê ( D.Ü Eğt. Fak Türk Dili ve Edebiyatı) dîplomaya lîsansê wergirt.

Li Adiyamanê, li liseyê du salan mamostetiya edebiyatê kir. Bi kurdparêzî ango cûdaxwaziyê hate tawanbarkirin; doz lê hate vekirin. Lewre ji herêma awerta hate derxistin û sirgonî Yozgatê bû. Neçû Yozgatê. Jiyana wî ya mamostetiyê li vir xelas bû.

Piştî ku dev ji mamostetiyê berda, ji bo xebatên kurdewarî, sala 1990î, di nav xebata kovara “ Yurtsever Emekçiler” û sendikayên mamoste û kedkaran de xebitî. Dawiya 1992yan, di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya Şaxa Edeneyê de cih girt. Sê salan serokatiya vê şaxê kir. Dawî ji bo avakirina NÇM, şaxa Mersînê kar kir, piştî damezrandina şaxa Mêrsînê, sala 1996an , di kongreya 5. ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de, wekî cîgirê serokê enstîtuya Kurdî hate hilbijartin. Di sala 1997an de,wekî serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate hilbijartin. Heta serê sala 2003yan serokatiya Enstîtuyê berdewam kir.

Di van salan de, edîtoriya Kovara Zend, endamtiya lijneya Kovara Jiyana Rewşen kir. Di kovar û rojnameyên cihê de, bi piranî bi kurdî, kêm caran jî bi tirkî çîrok, helbest, gotarên edebî, çandî, lêkolînerî nivîsîn.

Di projeya çêkirina Ferhenga tirkî-kûrdî de cih girt. Wekî redaktor û endamê lijneya şêwrê beşdarî xebata ferhenga tirkî-kurdî bû.

Di sala 1998an de, pirtûka wî ya çîroka, “Girnewas” çap bû. Digel Samî Tan û Zana Farqînî, pirtûka bi navê “Em Zimanê Kurdî Binasin” amade kirin. Di sala 2005’an de pirtûkên wî ya helbestan “Bihêle” û ya pexşanê “Ayîneke Pîroz” çap bûn.

Gelek tekstên zargotina kurdî berhev kirine; lê heta niha ew çap nekirine.

Li Enstîtuya Kurdî û gelek cihên din, wekî komel, sendîka û avahiyên partiyan ders û semînerên zimanê kurdî dane xwendekar, mamoste, xortên karker, û gel. Ji bo ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersê zimanê kurdî dida, di sala 1998 û 2000an de, doz li wî hatiye vekirin; sê caran hate darizandin.

Di dema serokatiya enstîtuyê de, beşdarî gelek konferans, panel, semîner, danişîn û civînên rêxistinên sivîl, akademîk, fermî û nîv-fermî bû. Di wan konferans û civînan de, teblîx pêşkeş kirin.

Di sala 2003yan de bû endamê Pena kurd (klûba nivîskaran) a ku saziyeke navneteweyî ye û navenda wê li E