Basından

Hasan Kaya: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke xurt

Ropörtaj, Firat Kelehkî
bas-news.net, Hewlêr, 25.11.2012

Hewlêr: Derbarê zimanê kurdî de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Hasan Kaya tekez kir ku dive zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke xurt û got: ‘’Mebest çi dibe bila bibe, guhertinên hikûmeta Tirkiyê yên derbarê zimanê kurdî de, zimanê kurdî pêşve dibe. Li aliyê din, asîmîlasyon, entegrasyon û ragihandin roj bi roj gel dimihîne, diguherîne û gel ji nirxê wî dûr dike.’’

Li ser pirsa ku ji aliyekî ve dibistan tên şewitandin, mamosta tên revandin û li aliyê din zarokên berpirsên kurdan li metropolan dixwînin, Kaya wiha bersiv dide: ‘’Li her deverê cîhanê, siyasetmedar durû ne. Gurikê miletê xwe ne. Miletê xwe baş nas dikin. Ew zanin gel baş biçêrînin. Baş hîlebaz in, Bêînsaf û berjewendparêz in. Dikarin ji bo fîravîneke xweş, serê me hemûyan bifroşin bi sê qurûşan.’’

Serokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Hasan Kaya derbarê zimanê kurdî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi rêya internetê bersiva çend pirsên Basnewsê da.
Basnews: Rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çawa ye?
Hasan Kaya: Ez wekî gelek kesan nabêjim rewşa zimanê kurdî ber bi xerabiyê ve diçe. Helbet bo gelek bûyerên civakî, aliyê vê meselê yê erênî heye û aliyê neyînî heye.

Van salên dawî bi saya medyaya kurdî gelek pêşveçûn çêbûn. Li bakur digel televizyonên navneteweyî, yên neteweyî û herêmî weşanê dikin. Hejmara van êdî bi dehan e. Li bajarên wekî Batman û Diyarbekirê gelek televizyonên herêmî hene. Gelek ceme’etên olî di televizyonên xwe de, digel tirkî; kurdî jî bi kar tînin. Hejmara radyoya jî zêde dibe. Li ser înternetê, gelek televizyon û radyo weşanê dikin.

Çi li ser înternetê be, çi wekî din be, gelek kovar û rojname têne weşandin. Hejmara pirtûkên bi kurdî belkî ne wekî weşana televizyonan bi bandor be, lê hinek pirtûkên bi kurdî têne çapkirin. Bi taybetî ev radyo û televizyon roleke gelekî mezin dilîzin bo zimanê kurdî.

Wekî din, mebest çi dibe bila bibe, guhertinên hikûmeta Tirkiyê yên di barê zimanê kurdî de, zimanê kurdî pêşve dibe. Lewre gelek xort û ciwan dixwazin bibin karmend. Li cihekî wekî Tirkiye ku bêkar zêde ne û jiyana aborî pirr zehmet e, derfetên karmendiyê jiyana mirovan garantî dike.  Helbet bo vê yekê, gelek kes hewl didin ku kurdî baş fam bikin, hîn bibin.
Li aliyê din, asîmîlasyon, entegrasyon û ragihandin roj bi roj gel dimihîne, diguherîne û wan-gel ji nirxê wî dûr dike.
Berê nav bi erebî bûn lê axaftin bi kurdî bû, niha nav hemû bûne kurdî li axaftin bi tirkî ye, sedema wê çiye?

Sedem xurtbûna hêzê ye. Kîjan ziman fermî û serdest be, zimanê kesê xizan, lawaz û li jêr dixe bin bandora xwe. Helbet hezkirin, niyet, hest û girêdan girîng e, lê temamê gelekî nikare bibe xwediyê moralekî bilind. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke xurt, divê kurd bibin xwediyê statuyeke siyasi û neteweyî da ku em êdî vê pirsê bikaribin baş bibersivînin.

Hemû partiyên kurdan qala perwerdeya bi zimanê kurdî dikin lê ew bixwe û zarokên wan bi tirkî diaxifin, baş e perwerdeya kurdî ji kêre dixwazin?

Ne ku niyeta partiyê kurd xerab e, an ne xerab e. Sedem wekî min got binketina lawazan an li hemberî xurtan e. Yên ku siyaseta partiyan saz dikin û bi rê ve dibin jî mirov in. Ji hestî û xwînê pêk tên. Ew jî di temamê ruh û jiyana xwe de, mane di bin bandora çanda serdest. Her mirov nikare bibe xwediyê moral, çand û sincekî xurt. Têkoşîne xurt di mêjî û ruh de lazim e. Kanî ew mirov li ku peyda dibin?

Ji aliyekî din ve jî dibistan tên şewitandin û mamosta tên revandin, lê zarokên berpirsên kurdan li metropolan di dibistanên luks de dixwînin, hun vê rewşê çawa dibînin?

Li her deverê cîhanê, siyasetmedar durû ne. Kesekî dilovan, jidil, sincparêz dikare bibe xwediyê dozeke mezin; lê kesekî wisa nikare bibe “siyasetçi”. Konevan hîlebaz in, gurikê miletê xwe ne. Miletê xwe baş nas dikin. Ew zanin gel baş biçêrînin. Baş hîlebaz in, Bêînsaf û berjewendparêz in. Dikarin ji bo fîravîneke xweş, serê me hemûyan bifroşin bi sê qurûşan.

Li cîhanê û li ba kurdan siyasetmedarekî veşuştî, ji nava hêkê derketî, pak û dilovan tune. Îcar ew dikarin her şert û mercan bixin rewacê, bêyî ku ew bi xwe jî guh bidin û di jiyana xwe de, wan şert û mercan pêk bînin.

Ez şewitandina dibistanan rast û helal nabînim. Ewê ku dibistanan dişewitînin; bi qasî ku ji îdeolojiya xwe re dilsoz in, heke nîvê wê ji zimanê dayika xwe re dilsoz bûna û ji dil welatparêz bûna, belkî rewşa kurdan baştir bûya!
Bi nerîna we ger kurd hemû dibistanan boykot bikin dê çi sûd bigihe zarokên kurdan û dê kî yan çi alî jê îstîfade bikin?
Heke kurd zana bibin û welatperwer bin; ji xwe dibistanê kurdî jî ava dibin, statuya siyasî jî çêdibe.
Ger mirov bixwaze zimanê xwe zindî bike divê çi bike?

Bi sebrê av kevir qul dike. Herçend min got heta statuya miletekî çênebe ziman pêş nakeve jî, bo kesan ne wiha ye. Di nav miletekî de ferdên fedakar, dilsoz, xwediyê îradeyeke polayî her gav peyda dibin. Ha mirov wiha, yên ku îradeya wan wekî agir e, yên ku evîndar û bengiyê welatê xwe ne, yên ku zanîna wan wekî şûr e, dikarin zimanê xwe bikin wekî agir. Gelek kesên ji nifşê me, bêyî tu derfetan, digel hemû zilm, zor, tunebûn û astengiya xwe kirin nivîskar. Hîç nebe xwendevanên baş in. Ma çiyê din bêjim ezbenî?

Pirseke din jî çima kurd bi taybetî rewşenbîrên wan dema pirsek ji wan tê kirin dibên em nikarin bi kurdî xwe îfade bikin û yekser dikin tirkî?

Bêguneh in. Ev rebeniya miletê me radixe ber çavan. Tirsê çav kor kirine. Ji zimanê xwe ditirsin. Dema behsa zimanê wan dibe lal dibin. Bi hemû dek, dolab, teknîk û rêyên din ew kirine xerîbê rastî, çand û hebûna xwe. 30 heb serhildanê xedar dayik û bav kezebqetandî kiribûn; wan zarok wisa hîn dikirin. Îro herçend tirseke wiha tune be jî, êdî ew hîn bûne. Yanî bi biwêjeke tirkî; “kesê hînbûyî ji yê kewijî xerabtir” e.

Dema kurdî qedexe bû hemû kes bi kurdî diaxifî lê niha serbest e kes pê naaxife, sedema wê çiye, gelo sedem siyaseta partiyên kurdî ye yan sedemên wê yên din hene?
Bo vê pirsê lêkolîneke dorfereh divêt. Lê dîsa jî dikarim bêjim bersiva vê pirsê di nav bersivên jorîn de ye.