Kürtçe Şiirler

WERE DIL JIDIL
Were nav dil
Ay dil
Wexta şev feşkilî
Stêr xilmaş
Û beden ji hev betilîn...
Were nav dil
Bi çavên kil
Ay dil
Wexta kolan tenha
Bazar xalî
Çav qerimîn...
Were nav dil
Jidil
Bidil
Wexta helkehelk
Gurpegurp
Û keliyan hestên nazdar
Radipelike ser mabeda taxim û ber
Wext heder
Bext keder...
Were nav dil
Nebêdil
Nebê bibedil
Jidil bidil
Bibe şekir
Nav kaxizan
Mîna karçîn
Binoş lêva...
Neyî ba dil
Nebî serdil
Nebî meyxwir
Da ku meşreb
Wekî her şev...
Biçe ji dil
Billeh jidil
Yara meftûn
Şikêr ketim
Wê bedena wekî hêtûn !


Gulan’2010-Ankara