Kürtçe Şiirler

TENÊBÛN Û ZEHMETÎ


-Ji bo hemû bavên ku bêriya keçên xwe dikin-

Me xwe bi hev digirt li hemberî jiyanê
Bi tena
Bi çarlepkan
Hêdî hêdî…
Heşt can
Sê xwişk
Pênc bira
Du serî
Dê û bavekî safî bawerî…
Selewat, qinyat û hêvî
Salên giran
Zanebûn, tu nemabû bibêjin em tunebûn
Bawer bikin zilm ser ta pî diherikî…
Ne der, ne cîran
Wekî dibêjin “Dê weledê xwe diavêt”
Heşt can
Du serî
Ez jî nizanim, çawa me bir heta bi serî…
Bi kurtî,
Kurt kurmancî
Heçî em bûn
Heşt can
Du serî
Pis û pismam
Dot û dotmam
Û mam
Man li benda hêviyê nîvcî…
Gelo çi hate bi cî?
Ya rast,
Ew roj
Ev roj
Keder, hezn, Mixabinî
Û wekî dibêjin zencî:
Bext reş e, ten reş e
Tik û tenha ebed meş…

03.10.2009-Ankara