Kürtçe Şiirler

BAJAR
  

Ji xwe, ji bajarê xwe dûr
Bêhenek, gelo li ku aram e ruhê me
Li kîjan bajarî em dikevin paşila aramiyê
Kîjan bajar destê xwe li stuyê me radipêçe
Em yên kîjan bajarî ne
Bajar…bajarên ku di nav qelebalixa wan de tik û tenêtî
 
Ji kîjan bajarî dûr în ku ew yê me ye
Kîjan ji me dûr ketiye, ku em nêzîkî yekî din dibin?

Payîz'2007-Ankara