Kürtçe Şiirler

TIKA


Dema çêla Nietzche dikim, nizanim
Hema agir bi gotinan dikeve
Êvar xwe bera ser rûyê te dide
 
Dema çêla rabirdûyê dikim
Mizawiriya zaroktiyê bi lez tê
Picasso li ser awirên te dikeve ber sekeratan
 
Xwedawenda meryemî
Ya ku bextê wê ji pertalê welatê min
Tu wer zanibe ku ez
Di newala dil de, rêbirekî nepenî me
 
Xezala nazenîn a warê Eloha
Xwedawenda ku ruh û bedenê wê westiyayî
Wer zanibe, ez hermoniyekî Huriyan im
Lewre di bin nîrê tu sultanan de
Bê evîn namîne ev dil
Û sebir…sebir incex dikare viyanê êsîr bike
 
 
Jibîr meke
Ew gunehên rûperî
Yên di hundirê xwedewendan de
Li ser hilma bezayekî evînê yê del û dîn
Werdigerine bîrdariyan..!

Payîz'2007-Ankara