Kürtçe Şiirler
HESTË POŞMANIYË
Berxikeke şeveder e dilê min îşev
Li ser şiverêyan,
Di nav seqema tenêtiyê de, sermagirtî…
Lawijekê dinuhurim îşev
Zîzbûniyeke nelorandî ye, di nav helbestên winda de…
Nameyekê verêdikim bo te îşev
Pelek ji rihanê û du gotinên xatirxwestinê…
Piştî ku bû sibe û rojhilat,
Ezê qutiya tomargeha dilî vekim
Û xêzekê bavêjim ser ehd û emanan
Piştî ku bû sibe,
Ezê qîrekê bidim li newaleke tije zinar
Bila olana dengê min
Bide jibîrkirin ehd û wefayê…
Lê ger sal bihurîn,
Qermîçong zêde bûn li ser eniya me
Û bîranîn bûne zarokên me yên netebitî,
Wê demê,
Ezê hemû qehr û cefaya xwe ,
Bikim goriya wan her du çavên te…