Kürtçe Şiirler

SILHO
 
Te; temenê xwe danî ser pişta karxezalekê
Xortaniya xwe li ber bayê payîzê dêrand
Ne ji hespê evînê re bûyî xweşsiwarek
Ne jî di kanîka dilê xwe de rûperiyek vemeyand
Li ser wêneyê rabirdûya te, bi tenê bişirînek
Û deriyê dahatûyê li ber te girtî
Di nav “hal” de gevizî tu…
 
Neqşek ji pêla xweşiyê,
Kêliyek ji kakilê aramiyê
Dîrhemek mizgînî, kanî…
 
Te lingên xwe kirin dara kelemçeya bîrdoziyê,
Rabirdû li pey te xijiqî
Dahatû doxeke di stûyê te de,

“Dema niha”; tilsimeke bi girêk e, di bazbenda te de…

 
Stenbol’2004