Kürtçe Şiirler

TESLÎMÎ TE ME
 
 
Dengê şahiya dilê te
Dimijê lêvên min,
Bêhna memikên sedefî
Di bîbikên min de reqsok
Siya awirên te
Sitara serê min e
 
Lêkhatina gewriya qulingî
Vedimirîne tîna min,
Û bo min wargehê avjêniyê ye bedena te
Her ku em dibine yek-wicûd
Guneh namînin li ser min
 
Zeremûyên li ser hinarikên te
Kûrahiya giyanê min miz didin
Dilê min perestegeh e, bo eniya te
Laşê min pird e, here were…
 
Di hemû pirtûkên pîroz de
Geriyam ez li sirra te,
Li hemû xerab rêyan
Dipêm şopa piyên te
 
Di hemû şevên bêqudoş 
Zemanê kordûnde,
Kêliyên tik û tenê,
Qewmînên xedar de
Û dema ku weke pitikeke birçî
giryok bûm ez,
Xwe diavête paxila te..
 
Te hemû xêr û bereketa xwe
Fûrande nav dev û lêvên  min
Te bi hemû himeta xwe rapêçam
Bi hemû movikên xwe
Coşiya bedena xwe bera nava min da…
 
Ëdî te tenûra hestan dada
Niha giyanê min şahîk e
Dilê min tenik;
Hevsarê min,
Di destê te de
Bi ku ve dibî bibe…
 
Stenbol'2004