Kürtçe Şiirler

SERENADA GAZINDAN
 
 
Min navê ,
Evina di paşila berbanga xeşîm de
Li ber sêdarê…
 
Min navê,
Dolabê birêsînin li dora serê min
Şermînçavên te yên bêbiryar…
 
Her min navê,
Li ser qelewîzkan be
Şaneyên hêviya dahatûya asoyê min
Û tertûbelav bin, li nav şikêra kambaxiyê…
 
Te bivê nevê
Kuştî ye li ser sîmenberê xilmaşiya te
Derbederiya huzna sebra min
Xwe bi zîzbûna te vedişoyê…
 
Min bi carek divê,
Hemû comerdiya xezîneya adaniya te
Da ku bibişkuve şitla derengmayî,

Li  ser cerga min…

 
Texîr meke,
Beza rehwaniya hespê serberdayî
Bila bibeze li zeviya nazikbedena te…
 
Hîç navim,
Li ber deriyê xemsariya şermînçavên te
Bibim rêwîngiyekî korevîn
Li nav trêna xerîbiyê… 
 
Navim,
Bibim firariyek,
Li ser kaniya gulelêva te
û tî…
 
Navim,
Bibim derwêşek
Li ser bêndera ciwangewriya te
Birçî
Tisî …
 
Li ser pîrozpirtûka şêrînzimanê te
Navim bîminîm
Bê gotin
Bê hêvî…
 
Te,
Bîhna xwe
Rengê xwe
Sipehitî û comerdiya xwe
Keleşgewriya huzna çîlên xwe
Civand di qutiya qudretê
Û li ber derî
Du tîre-awir, zêrevan…
 
Dê çawa vekim
Bi çi himetê…
 
Îro,
Li ber deriyê dilê xezîneya te
Rêbirek im, bê kilîl…
 
Li ser rêya qonaxa te
Bê şop, bê delîl
Pêxwasekî dîl…
 
Di şevereşa azmûna bextî de
Bê xetîre,
Bê tedbîr…
 
 
Bo te bêjim,
narîngewrê
Bajo kihêla xwe

Bi ser birçîbedena min de

Ku ew sotînerê dîmenê bişirîna te ye…
 
Birijîne,
Dilopek ji tilisma şerbeta avzêma dilpakiya xwe
Bi ser dax û dêman de…
 
Qutiya qudretê veke,
Bila hîcran terkewar be,
Wislet, berfînek be

Li ber deriyê kamraniya me bibuşikuve…

 
Payiz’2004/Stenbol