Kürtçe Şiirler
ÇÛNA BÊVEGER
Hemû çeman soz dan,
Ewê biherikin ser te
Hemû şalûr
ê li ser te bixwînin
Tawisên îsal,
Dê xwe bi ser şevezengiya te de bipirtikînin
Ciwanîkên revo,
Bibin bezayê beriya te
Şîrêza awiran;
Ji sozdaran xefkirî
Kawaşeya xemrevîniyê ye
Li ser xelaya kamraniyê
Tefna deriyê miradan,
Perdeya şermîniyê rakêşe
Mêvanên mayinde ne
Li qonaxa te…