Kürtçe Şiirler

DIHOK, HESTÊN PENABER Û TU
 
 

Tu dûrî welat,

Ez niha li nav welat im

Lê şevên bêyî te kêmwelat in…

 

Şevên vir,

Ba, ji çiyan

Bi bîhna rihanan re

Xeyalan dialîse

Stêr çavnas in

Mirov devliken, dostane

Çeja fêkî, nostaljîk

Destên bajêr

Qedirgir û nazikten

 

Dûrî te,

Kêmsemax im

Di nav baxê welatî

Nîv-kambax im…

 

Dihok,

Azadîhez û guherîner

Straneke nîvçemayî

Li benda destên têrhuner

Mêjiyê nûhatî

Da ku bixemile

Û li Rojhilat

Bibe bûka bajaran…

 

Li Dihok im,

Di nav kaniya wefayê

Pêlên evînê ku li kolanan veşartî

Şahida zilm û xemê

Maka çanda kurdewarî

Dihoka Dasiniyan…

 

Lê yarim

Li welat im

Çawa bikim,

Bêyî te

Der welat im…

 

Dihok, bi bîstanan Dihok î

Hinar, sêv û xox

Şev-amber î Dihok…

 

Lê yarim,

Dûrî te

Têrkeser im

Li nav xweşiyê

Bêje hema derbeder im…
 

Dihok,

Li Nizar

Berojk û Bêsir

Şindoxan, Sûlav û Zawîte

Serbilind û jixwebawer im

 

Lê yar im, bawer bike

Li vir,

Hestên min bêyî te penaber in…

 

Payîz`2004\ DIHOK