Kürtçe Şiirler

LAWIJEKE BI DAR VE KIRî
 
 
Li ser qenewîça temenê min,
Bîhna destê têrhuner
Neqşên li hev hatî, tawizî
 
Newalên azmûna hêviyan
Li me tik û teng
Şiverêyên dahatûyê dûdirêj
 
Tevzînokên şermîna tabûyan
Li ser kolîkê giran bar e
Lênûska şehweta bedenê, cûtî
Perperîka dilî mandû
Û di darê kelemçê de
Îsayekî bê hogir
Roj diçe ava dar ve dibim
Roj hiltê dar ve dibim
 
Li ba dibim
Li ser xaka te ya bê al
Li ba dibim
Li ser bêndera gerdenê
 
Mişext, dê di tûrê koçê de
Bidêrin hilma hilçikandî
Şeveder dê binihurin
Sirûdeke gazindan
Bi hevokên bê kirde
 
Avjeniya di bîbikên kelê de
Şorên şorî diteyisin li ser lêvan
Pîneyek e li ser eniya min
Hebreşka li ser hişê te
 
Ku şûşa dilî êdî
Kundê kavilê te be
Ku coşa dilî
debengê kemera te be
 
Hevsarê hestan dê birize
Di nav tiliyên poşmaniyê
Û mertalê toreyê,
Li ber evînê
Alek e pîroz e !
Li ba dibe
Di navenda temenê me de….
 
Li ser kaniya abadîniyê:
Serencperestekî bêtûte
Bextreşekî tewtewe
Evîndarekî bêhude
 
Li ser kaniya dilovaniyê:
Şevedizê ber dilî
Xwazgîniyê hilma te
Razveşêrê raza te bim
 
Alek e pîroz e, mertala toreyê!
Li dijî evînê
Li ba dibe
Li ba dibe
Di navenda sînga me de…
 
ZIVISTAN’2004