Kürtçe Şiirler
WÊ ÊVARÊ
Li wir,
Li mextela sozdayinê
Li ber çavên te
Min xwe bi ava êvînê şûşt
Li wir,
Wê êvarê,
Li ber çavên te
Min ala hezkirinê daçikand
Li wir,
Wê êvara kamafrîner
Te teşiya cazibeyê rêsand
Min peymana ehdê eşkere kir
Wê êvarê,
Çavên te, tilî û lêvên te
Birû bijangên te,
Peyama mizgîniyê dane min…
Havîn’2004-Stenbol