Kürtçe Şiirler

BIHÊLE
 
 
Bihêle,
bila bimîne li nav porê min
bêhna tiliyan
bila bimîne sûretê rûhê te
li ser her du çavên min,
bila bifurê bi ser kûrahiya şevê
germîna hilma te…
 
Bihêle,
bila bimîne li ser lêvên min
tilsima şerbeta devê te
bila bimîne sirûda evîna kewandî
di guhê min de
bila vêkeve çiraya çavên te
her, di dilê min de…
 
Bihêle û here,
di vegerê de,
tê bibînî singê konê bextî,
dê her vedayî be li sir sînga min
nabêjim neçe,
bihêle û biçe,
lê dê wekî zelaliya çavên te bimînin
hestên ku ji kelûgermiya me afirîn
dê bimînin gotinên pijîyayî,
ên ku weledên hezkirina me ne
li ser rûpelê serboriya min…  
 
 
Tika ye,
bihêle,
bila bimîne gulesorên li ser kirasê te,
bila bimînin
xewnên ku me dane ber destê wênesazî
rahêje
bîranînên krîstalî 
ku bi şahî û keseran hatin honandin
bera nava qutiya wefayê de…
 
havin’2004- İstanbul