Kürtçe Şiirler

Şev û hestên serberdayî
 
 
 

                      - Ji hemû evînên bêwext re-

 
 
 
 
Heta tu bibêjî bes, dûr in sînor
Evîn li paş têlan
 

Heta tu bibêjî bes xedar in sînor

Kele kela laşan dinalin

Bo gewriyeke seranser têrarzû

 

Heta tu bibêjî bes

Sorsorik dipelikin

Ji ber bihareke bêwext

 

Heta tu bibêjî bes

Ax diçikçike

Ji ber germahiya kurewî

 

Heta tu bibêjî bes

Bi tenê me îşev

Min Haşim bire mala Cizîrî

Heyv li ser hawiz kizirî

 
Parsekek

Bi du quruş û nîvan

Hezn û daxê difroşe

Li ber dua û lavlavan

 

Di ber tiqetiqê fahîşeyekê re

Ayet û lawijên Îsa şeveder in

Sedeqeyên evîndarên bêmecal

Xenzîrok in di gewriya zarokeke desmalfiroş de

 

Hemû tolaz û serxweş

Tifî ser kîna Siyon dikin

Her ku bêmirazî dinuqite ser kortalihiyê

 

Nikarim bibêjim korîma ferîşteyan

Seranser jin difûre lewre

Ji cumle azayên min

 

Min îşev jî helbestek dizî

Ji boxçika xwedayê gewre

Zengîntir keya ez im

Li nav bexçeyê hunerê…!

 
 
2008-Ankara