Kürtçe Şiirler
HAROLT PINTER
Li kîjan çiyayî gurek bimire-ku bêxwedî be-
Li kîjan çiyayî zimanek bi hewar
Li kîjan Xelatî pezkoviyek bêçare be
Li wir im…Ez im, Harolt Pinterê dildarên çiyayiyan..!
Li kîjan zindanê dilekî dîl kelemçekiribe
Giritiyek li ku sebrê bihone di hicrika xwe de
Li kîjan welatî bajarek şînê wergire ji zilmê
Pênûsa min li wir dizê; şano serî hildide li ber faşîzmê
Li kî derê binalin helbest û stran
Li kî derê, li ber sêdarê bin lawij û govend
Radihêhijim pênûs û dilê xwe
Tebayî nav agir dikim…Harolt Pinter im ez..!
2008/Ankara
Nîşe: Jana ji bo mirina Harolt Pinter