Kürtçe Şiirler
ROZERÎN
Xwedê alim e; Rozerîn
Tu nebûya
Hemû helbestên min
Niha bê kirde bûn
Ji kê veşêrim;
Bêyî te
Dibû girara rijî şîv
Civat; bê neqş û reng
Û raman dibûn sernişîv
Xwedê alim e; Rozerîn
Nazdariya te
Hilm û tîna te li dora lêva min bû basimbar…