Kürtçe Şiirler

LAWİJA LALEŞ
 
 
Ji tarîka şevreş hatin:
Av bi agir kuştin
Dar bi agir kuştin
Lawij bi agir kuştin
Wijdan bi agir kuştin
 
Ji terîqa ebleh hatin:
Agir bi agir xistin
Agir bi dil xistin
Laleş bi agir şûştin
Şengal ji qerem xistin
 
Ji dûr hatin
Ji nêzîk hatin
Yek yek hatin
Ref ref hatin
Tawis kuştin
Melek kuştin
Ne keç hiştin
Ne kur hiştin
Ne bax hiştin
Ne dax hiştin
Ne ol hiştin
Ne tor hiştin
Di qebrê de Zerdeşt kuştin
Alan kuştin
Berfîn kuştin
Li Şingalê Yezdan kuştin...!
 
2007-Amed