Kürtçe Şiirler

EVÎN
 
 
 
 
Evînek li ku bipişkuve
Kinêrek li ber e
 
Keskesorek li ku vede
Siya awirekê li ser digere
 
Biharek li ku were
Dilopek hêstir di ber re
 
Hestek kengî bicoşe
Hingê kizînek dikele
 
Dil çi dem bibe sêvesorek
Bekoyek wê demê li hember e