Kürtçe Şiirler

ÊVAR ANGO TU
 
 
Her evar,
Huznek çarmêrkî vedida
Li ser sofreya min a malhazirî
 
Her êvar
Baqek rihan bîhn dide
Ji dilê bêrîkirinê
Spasdarê bayî me, bîhn anî
 
Her êvar dest û pî li min digerin
Êdî dema sermestbûnê ye
Tuyê bibî mêvan li xeyalan
 
Her êvar
Bayek mîna gûzan
Lêva min dibire
Reşayî dibe teba, li ser sînga min
Yeko yeko têne ser dikê
Gotinên ku me bi şekir birîbûn
 
Êvar li dû hev dibine ristik
Êvar, ji ramanên gonxwarî
Bi xencerên pûşt
Û ji sulba nemerdiyê avis
Xir û xalî
 
Êvar, ango tu
Êvar ango veqetîn
Veqetîn ango tu
Di zik hev de ango hûn hemû
Girêkek… dasiyek in… di gewriya min de