Jan radikêşa çavên me ji hev
Jev hilm werdigirt hinavan
Ji kaniya hezna hev me şerbet vedixwar
Dem dibû piç û parî
Di nav tiliyên agirpêketî
Û em diheliyan
Di nav sîngê peyvên şevê…
Bedena te
Dibû pûça lêvên min
Canê te ji ramûsanan kirasekî xemrî
Di fetlonekên labîrenta endîşe û gumanan
Bedenên me têl bi têl dadiwerivîn
Pirsên me dûkel radikirin
Di pevşabûna çargavkî de
Noq dibûn em
Nediman, tune dibûn
Dema rastiyan berê xwe dida me
Kulîlkên sernixun, di bin çengan de veşartî, hildiçenîn
Ku pêla evînê kel dida
Tefn û davik vedidan
Li ser rêya kêmbextiya me
Herçend zêde dibû evîn li dor me
Û şa dibûn em pev
Pîrepindan
Weytî dixwendin, li ser temen û bextê û kefa dilxweşiya me
Berhema ked û serxweşiyê,
Weleda karê evînê
Şitla dilpakiya dil
Şaneya bêhnpakiyê!
Pirsên me yên ku diherikîn korerêyan
Bextê me
Bi hişkeber dihata girêdan
Bi destên kêmevîn
Pirs û bextê me
Du şevederên naçar bûn
Pişka gur û wawîkan
Weytî jar û rebeniyê
Av dida, dara dilxerab a xêrnexwazan!
Rehê daran dager dikirin
Şêrpençe û kurm bû ji bo xaka evînîstanê
Tîran û sergerdeyan
Bi ferman û yasa û qedexeyan
Yeko yeko radipêçan
Kelehên kîşwerê hêviyên me
Bûne artêşa qimil
Ajotin ser me
Ne di xewnan de diman
Ne di xewnerojkan de hilpekîn
Zelalî û sayîtiya xwestekên bîbikên me
Li darê dinê
Li welatê al-nixwun
Em zarokên şekir ji destgirtî
Şermokeyên uryan
Li ber dozgeha tawaniyê rûniştî
Miraz û hêvî badayî, nîvqurmiçî
Bi energî û hêzeke Spartakusî
Li şaristaniya Newala Çorî
Em ketî
Zana Zulkif bi destê me girtî
Wey tî!
Jar û heft rebeno
Wey tî
Kezîkur û rebenê!
Di xêzka filehan de
Em girtî, ji hesreta şerbeta lêvan
Tî û li ber dîwarekî hêrifî
Wekî telîsekî vala
Seranser