Li çaterêyên burcan
Bezayê evînê, li bayê bezê
Li Newala Çorî stranekê dinihurîne
Dibeze ber bi xwedawenda Dîzaryayî ya çîmdirêj ve
Ruhê wê sfenkeke nîşankirî
Di çavên wê yên sayî de dîrok dinale
Û di çemên qedexeyan de bê kelek,
Hemû demsal xela
Bedena birçî
Awirên serhildêr
Pozbilindiya Nemrûdî
Keziyên nazdariyê dihonin
Bi porê ciwanîkekî
Li Dîzarya, heyvê; hezn kiriye kilê çavên xwe
Dilê xwe veke
Bila refên qulingan, di nav kalyona dilî de bifirin
Gihîştin, bibe baskên periyan û dayne li ser singê te
Veke benderên xir û xalî
Ji keştiyên teriqî re
Li Bagurê
Li Dîzarê
Bila xwedawendek
Di nav zeviyên qedexeyan de, bibe heftberek
Û tu, li nav mija Çiyayê Zulkuf
Temenekî winda, têkçûyî
Li hinda Hîlarî sîtem û jankêşî
Wekî tama kereng, rivêz û cehterê mirmirokî
Xwedawenda metirsiyê ya Dîzaryayî!
Temenê te, sedeqeyeke dayî ye;
Di himbêza dîroka xesandî
Li ser kevalên xwelî û kîlî
Li Dîzarê, beden û ruhê evînê
Ji qedexeyan daweriviye, bûyê çemê jehrîn
Û li ber sêdarê, li beramberî singoyan
Ey xwerdawenda Dîzarî
Gul-ken ango tilsima Efsaneya Zulkuf î
Derman nabe sêhra te ya bêderman ango ken
Ji xwe zanî,
Evîn ne belgeyeke ku taxir bibe ye
Dema bihevşabûnê; di ser hemû deman re ye
Û cihê bihevşabûnê, lamekan e di hemû ferhengan de...
*Dîzarya: Li Erxeniya Amedê navê herêmekeke Dîrokî
Gulan 2005-Amed