Kürtçe Şiirler
BAV Û ZAROK
Hemû çiyayên di xewnerojkan de
Wergerîn şekir û şekûlat
Min li zarokan belav kir
Hemû duayên min bi cih hatin
Min bajarek ava kir ji pêlîstokan
Diyarî zarokên kêmziman kir
Dilê min bû kilîdek
A deriyê neçariyê
Hemû zinadan pê vekirin
Zarok ketin dawa bavan
Hemû çek wergeriyan hespan
Hemû zarokên kêmazadî
li wan siwar bûn, dane çargavkî
Hemû bavên dûr
Bûne ba
Hatin ber bi zarokên xwe ve
2005