Kürtçe Şiirler

Ba û Agir û dil
 
Baranê ji axê pirsî:
Çawa avis dibî?
Axê ji rojê pirsî:
Çawa nawestî?
Rojê ji sirûştê pirsî:
Çawa namiçiqî?
 
Hewayê ji agir pirsî:
Çawa tînê didî?
Agir ji mirov pirsî:
Çawa hildigrî barî?
Mirov ji dil pirsî:
Çawa’d hewînî her derdî?
 
Axê got; ji tovî gonxwar im
Agir got; ji cemedê ye hinavim
Rojê got; mehkûmê bezm-i elest im
Mirov got, her lewre piştkul û dilzar im
Dil got;
Agir û evîn im
Hest im, mest im û har im