Motor û diranên pola
Bulwar û lewheyên ronîdar
Neonên lotikxaneyan
Û mesref, bitrîtî nebûye para te
Bajarê burcan
Serma û seqem
Li taxên xanîwêran siya heznê
Malên bê sobe, cegerên weritî
Kesat e bazara zarokên destmalkfiroş
Li zulayên bi hêwî, fuhuş xencereke puştane ye
Digel dijînên kirêt ên Qebraxan
Kuştin, dizî
Xerabnûçe û sermanşet î
Navika te bi gûzanekî jenggirtî dibirin
Rojnamayên Holdîngan
Di qulên burcan de veşartî
Zimanên jêkirî yên zarokên te
Ji Omer Bin Xetab wergirt ev camêrî
Xwedîmîratên Sultanan
Kokbirîna daristanan hunerê Selîmê Sultan
Îro jî berdewam e ev marîfet
Te dît kenê keçên Eyûbî
Cemidî li ser şikeftên Hesûnê
Merwaniyek hilçenî
Ji nav pirtûkên şewitî..!
Pêxwasek sozdariya xwe dide ber kêran
Dil û mêlak ker kerî
Û mirin ji mastê gundiyan erzantir
Li deriyê Ruhayê
Keçên xama
Xwezî û hestên xwe
Li ser etemînê dineqişînin
Di çavên Sîmir û Tawisan de veşartî
Awirên siya evînê
Ku arzû serdest dibin caran,
Xencerên ko dibirin memikên qerqaşî
Di ber lave û lahewlayên dayikan re
Egîdê bi simbêlê sorê sosinî
Şelwarê li ser sola pozdirêj
Di ber de kêreke Bursayî
Qatilê bavê xwe dikuje
Li meydana Deriyê Çiyê
Ev Qetl jî kete nav lêkolîna sosyologan
Birek zarok zêde bûn li koma diz û keleşan
Li Ben û Sen
Li taxa Qorê
Çarik û ben û werîs
Di narîngerdenên gewriyan de tîremar
Deq melûl
Heyv li ser sûran lal
Hişdewixî, ah û zar…
Dergûş û landika mirovên jar
Li te pijiyam
Li te badan min simbêl
Li kolanên te bûme xwedî sozdar
Mêraniya xwe sû kir
Û tevna xortaniyê rêst li hêwanên te
Hewşên bi hawiz
Ên ku heyv li wan direqisî
Gul û sosin
Cejn û kulîçe çêja nostaljiya te…!