Kürtçe Makaleler

“EM” Û “YÊN DIN”
Gelo kî ji me salê carekê be jî xwe bi xwe re civînekê çêdike? Kî ji me wijdanê xwe dixe şûna dadger û “xwe” li hemberî dadger dide rûniştandin û van bersivan ji xwe dike: “Aya ramanên min ên derbarê siyasetê de sed der sed rast in ?”, “Aya bîr û raya min a îdeolojîk sed der sed rast e”, “Aya ferasata min a derbarê hunerê de sed der sed rast e?”

Van pirsên jorîn em dikarin dûvdirêj bikin… li pey hev… Lê bawer dikim rabûn û rûniştina me, terbiyeya me ya rojhilatî, perwerdeya me ya ku me ji dibistanan, ji malbatê wergirtiye, perwerdeya ku me ji der û cîran, ji kolanê, ji heval û lêziman, bi kurtî ji der û dora xwe wergirtiye rê û destûrê nade ku em xwe bidarizînin… wan pirsên jor ji xwe bikin, rê nade ku em hejmara pirsên ku em ji xwe dikin zêde bikin… çanda manevî, ol û ededên ku em bi wan hatine  perwerdekirin ne elestîk û nerm in… welhasil ji bo kesayetiyeke bi tolerans, xweşbîn mixabin qumaşê ku em jê hatine birîn lawaz û nezayok û bêbereket e.

Di klamên ku me di zarokatiya xwe de li wan guhdarî kiriye de, du bend hene; bavê me, bapîrê me alîgerekî fanatîk yê berekê, eşîrekê bûne… vê rastiyê li ser baweriya me ya îro bandor hiştiye.

Li taxê, li gund… li navçeyê, me taximê gogê çêkirine… li welatê ku em di bin deshilatdariya wî de jiyane, tirkî, îran, sûrî, iraq partiyê siyasî hebûne Cumhuriyet Halk Partisi, Demokrat Partî… mezinên me bûne alîgirên fanatîk ên van partiyan…taximê futbolê hebûne Galatasaray, Fenerbahçe…kekê me, bavê me, kurê cîranê me bûne alîgirê fanatîk ên van taximan.

Me di zarokatiyê xwe de fîlmên sînemayê temaşe kirine… em bûne “Tirk” me li hemberî “Çînan” kîneke xurt xweyî kiriye… Em bûne “Yilocî” me ji “Cino” nefret kiriye.

Bi van sembol û têgihan, bi motîf û figurên rojhilata navîn em li trêna “şoreşgerî”yê siwar bûne… em bûnê endamê benda “rojhilat” ango em bûne “sofiyekî” “bloka sosyalîst”… em bûne “Şagirtên dibistana seyîd qutub”… xortaniya me li pey “Mao çetung” seridiye…

Me tixubê xeyalên xwe di çarçova “em” û “yên din” de daniye. Me herdem tiştên baş û çê ji bo “me” xwestine, yên kirêt û û xerab ji bo “yên din.” Herdem li hemberî neheqiya ku li hemberî “me” pêkhatiye em derketine… me “yên din” ji bîr kirine.

Civakeke wisa hatiye pê ku herkes azadiyê ji xwe re dixwaze… komunîst li dijî îşkenceya endamên xwe dikine qîreqîr, kurd bi tenê li hemberî zilma serdestan dengê xwe bilind dikin û zumla “navxweyî” şermezar nakin… olparêz bi tenê ji bo qedexeya sernixumandinê dikine barebar… Beşek ji civatê, bi tenê li dijî neheqiya ku li heywanan dibe derdikeve… beşek jê jî bi tenê parastina daristanan û hêşinahiyê ji xwe re kiriye armanc. Herkes ketiye pey şêxê xwe û terîqeta xwe dihebîne…

Em dev ji raman, rêxistin û blokên ku  sed der sed armanc, hedef û bîr û raya wan ji hev cûda ye berdin… ew partî, rêxistin an jî komelên ku ji bo yek armancê xebatê dikin bi xwe jî mixabin nebûne xwediyê nirxên hemdemî… di vê serdemê de, a niha jî peyva “tolerans”… “mafê yên din”… “belkî yê pêşberî te rast dibêje”… “guh bide muxalîfê xwe” ev têgih û gelek têgihên wekî van ku nîşaneya hemdemîbûnê ne, di ferhenga me kurdan de, di ferhenga me kesan de tune ne.

Bi gotineke amiyane û belave, “em di navbera reş û spî de mafê jiyanê nadin yek rengê dî…” û gotina Voltair “ez hîç beşdarî ramana te nabim; lê jo bo ku tu ramana xwe bi awayekî azad biparêzî, dikarim xwe bikim gorî” di lênûska me de tune… hîç nebe em nabêjin ka em li ser vê gotinê bifikirin jî… ango fikirandina vê gotina Voltaire bi xwe jî tehamûlekê dixwaze… mixabin hêj sînorê asoyê me negihîştiye “tehamûla fikirindin”ê… êdî bila kirin û pratîk li wî alî be.      

Beriya ku em hinek navan li xwe bikin an jî kesên din hinek navan li me bikin… ango beriya ku em ji xwe re bibêjin “Welatparêz”, “Şoreşger”, “Olparêz”, “Komunîst”, “Oldar”, “Sosyalîst”, “Niştimanperwer”, “Nîjadparêz”, “Demokrat”, “Serxwebûnparêz, “Demokratên komarparêz”, “Lîberal”… û her wekî din… bawer im divê em çemçika(tasa) xwe jî kaniya “tolerans”, “tehamûl”, “empatî”yê dagirin… Em zeviyê feraset, siyaset, îdeolojiya xwe bi gubreyê “xweşbînî”, “ronahiya ronesansê” qewîn bikin…

Beriya wan têgihên ku li jor di nava kevanê de ne, divê em bibin mirov… Li cîhana medenî, pîvanên mirovbûnê yên sereke ev in : “Gelo em dikarin xwe bikin şûna yekî din de ango empatî?”, “Gelo em çiqasî nêrîna xwe didarizînin?”, “Beyî takiye, bêyî demagojî… ango ji dil gelo em çiqasî xwedî tolerans in?”…

Ger weha nebe ew trêna ku em lê siwar in… ew trêna ku em makînîstê wê ne… ew trêna ku em xebatkar û konduktorê wê ne… ew trêna ku em dibêjin emê rewingiyê wê bibin welatekî xweş mixabin ber bi “taristan”ê ve diçe…