Kürtçe Makaleler

BIRÇÎSTAN
Maratona peydakirin, bidestxistin, lêgerîn û nûjeniyê bênavber berdewam e, heta ku ruh ji beden xatir bixwaze. Lê carnan ruh û beden diwestin; bîhnvedanê dixwazin. Şaneyên ku di rojekê de bi hezaran car xwe nûjen dikin, vedijenin û teze dibin, daxwaza vewestandinê dikin li ruh û beden.

Di demên wiha de, ruh hawara xwe digihîne muzîkê. Notayên ku ji êş, evîn, keyf û hemû drama civakê dawerivîne, bi gewriya dengbêjekî zîzbar bandor û çêjeke efsûnî li ser ruh dihêlin. Beden û ruhên ku bi xwarin û vexwarineke têr û tije hatibin xweyîkirin, bedenên ku ji aliyê seksuel ve têr bûbin, dê hêzê bidin ruh; ruh dê afirandêr û çalak be. Ruhên ku bi çalakiyên hunerî, edebî hatibin têrkirin ewê hêzeke xurt bidin bedenê. Beden dê bêtir bar hilgire û li hemberî hemû zordayin û zehmetiyan xwe ragire, biparêze. Ger wisa nebe, beden dê lawaz bibe, bedeneke lawaz nikare barê ruhekî nexweş hilgire…ruhekî birîndar jî nikare barê bedeneke jiderbketî hilgire.

Di sîstemên bêdad û civakên bêteşe de, ruh û beden wekî Îsayekî li ber dara xaçê, giryan û melûl in. Mirov, di nav bêkamî, bêderfetî, xela û tunebûna xweşiyê de, li şens û bextekî serketî digerin. Lê hemû pergal û rêzikên civakî bêdad û dilkor in; guh nadin beden û ruhên birçî. Ewqasî rasteqîn û guhnedêr in; bedenên ku ji ber tunebûna şehwetê wekî pertalekî hatine cûtin û ruhên ji ber birçîbûna hezkirin, bidestxistin, xwe îfadekirin û hebûna kesatiyê derizî û veçiriyayî ne.

Di nav qedexe û rêzikên toreyî de, bedenên narîn, hêza cinsî li ber siya şûr û mertalên tabû û gunehan diçilmisin. Beden û ruh ger hindek caran nikaribin xwe li ber tevzînokên viyan û xwestinê ragirin; bi şûrên Îslamiyetê û bi xencera toreyê yên ku di destên zilamên xwedan erk de ne, têne vebirîn.

Li civakên bêdad û bêpergal; bêndera ruh û bedenên birçî û cûtî, hêvî, xwezî, miraz û viyanan di bextê xwe yê kor û dilê xwe yê kûr de diçînin. Diçînin ji bo bihareke din. Ruh û bedenên têrnebûyî xwe radestî “Axret”ê dikin. Mirovên bêderman, hêvî û xwestekên ruh û bedenên xwe…şabûna bedenên xwe, bedenên xwe yên beyar ji dinya “Mayî” re dihêlin.

Gelek caran jinên Mesopotomyayî, werîsên reş li ser gewriyên xwe yên narîn badidin. Beden û ruhên birçî, bi hêrs û nifrîneke nedîtî tune dikin. Qonaxa wan a dawîn warê tunebûnê ye. Ev kiryara tunebûnê protestoyeke eşkere ye li hemberî “Axret”, “”Edet” û “Merhemata Yezdanî” ye.

Jinên ku ruh û bedenên wan ji ber qalib, rêzik û dîwarên şerîet û edet û îdeologiyan bêav, bêderman in… tî û birçiyên cinsiyet û maneviyetê ne; diqelin, dikelijin û diçikçikin.

Mêrên ku ruh û bedenên wan bi bêdadî û bêpergaliya civakê hatiye pêçan, mîna çewalekî tije pembû di nav kolan û cadeyan de digindirin. Xwezî, hêvî û îhtîrasên wan ên virnî û beravêtî dibine tîrên jehrîn û dadiweşine nav sîngê jinên hêvîpaşxistî.

Jin û mêr bi beden û ruhên xwe yên birçî zarokan çêdikin. Zarokên ku di haveynê wan de hezkirin, xweşî, şabûn kêm e. Keç û kurên wan dê û bavên kêmazadî, kêmkamranî û xwediyên mirazên şkestî… Dê û bavên ruhkole, têrnekirî û têrnedîtî keç û kuran çêdikin. Civak jî dibe civaka têrnekir û têrnedîtiyan. Welatek, xakek, erdnîgariyek seranser dibe “Birçîstan”.

Civaka me dûrî nan, azadî, seksuelî, huner, wêje û xweşiyê ye. Di dest de maye muzîk. Li “Birçîstan”ê beden û ruhên birçî, ji pevşabûn, azadî, şahikiya hunerê bêpar in; tenê notayên zîz, dibin dengekî sotîner û di gewriyên laşên jankêş re xwe bera guhên keç û kurên dê û bavên azabkêş didin.

Li “Birçîstan”ê tenê muzîk dikare beden û ruhên birîndar û westiyayî bihedinîne. “Birçîstan” straneke lawijî ya ruh û bedenên virnî û beravêtî ye. Ev stran, straneke nîvçemayî ya welatê tawanbarkirî ye; di çavên şerabî yên jinên Mesopotomayayî de şermoke ye û li kevirê bêkeysiyê terpiliye.