Kürtçe Makaleler

Li Hemrewat; Memed Uzun-Sebrî Wesek
 Bi gotina belave, kesê ku di newala Kurdayetiyê re derbas bûbe û serê xwe bi “Gelo di vê newalê re kî çû kî hat” re êşandibe, bawer dikim navê Sebrî  Wesek bihîstiye.

Li herêmê, Sebriyê Newaf jê re tê gotin. Bi druvê xwe, axavtina xwe, têkilî, henek û gelek taybetiyên xwe yên din, kesekî xweser e. Ango fenomenek e.  Di newala kurdayetiyê ya bi bi xeter û kelem de, wî jî kariye şopekê bihêle.

Yek ji wan kesan e ku hem nûnerekî saziya derebegiyê ye, hem welatperwer e, hem jî ramana sekulerîzm, sosyalîzmê pejirandiye û sofiyane dipareze.

Sohbeta ku ew lê hebe, ken, nîqaş, nukteyên kurdî, dijînên Cizîra Botan, estetîk û maqulî jê kêm nabe.

Qonaxa wî ya li nav Cizîra Botan wargehê mêvanperweriyê ye. Bi rehetî dikarim bibêjim ew qonaxa wî dawîtirîn nûnergeha kelepora kurdan a nîrê feodalî ye.

Dema mirov mêvanê Sebriyê Newaf be, protokol, rêz û rêçikên kurdewarî hê mirov ling teze avête nav Cizîrê dest pê dikin.

Xortên malê yên çeleng Hoşeng, Pirşeng, Zana, Dijwar, heçku ji Mem û Zîna Xanî hilpekîbin, hatibin serdema me. Bi rabûn û rûniştina xwe, bi nazikbûn û beşerxweşbûna xwe, perderde û sinca maleke esîl wergirtine.

Niyeta min ew e, di rojên pêş digel birêz Sebrî Wesek rûnim û bikaribim bêtir wî, Cizîra berê, têkiliyên derebegiya kurdan li gorî zanîna wî û gelek tiştên din hîn bibim. Xebateke bi serê xwe ye.                                                ***

Min telefonî birêz Sebrî Wesek kir; got li Amedê me. Me got wele dilê me bi hev re safî ye. Welhasil, hate gotin ku êvarê li “Hamravat Evleri” li keviya hawiz em dê pekve xwarin bixwin.

Ji bo kesên nizanibin dibêjim, Qonaxên Hemrewat li derveyî Amedê, di rêya ku ber bi Çiyayê Qerecedaxê ve diçe hatine avakirin. Halxweş û zengînên Amedî li wir dijîn.

Dema Mam Sabrî got Memed Uzun jî yek ji ezimandiyê xwarinê ye, ez piçekî rawestiyam, gelo biçim an na.

Nizanim taybetiyeke min heye; nexweşiyeke giran li dora dost, nasekî min peyda dibe dilê min ranegire ku wan zêde bibînim. An sohbetên dûdirêj bikim. Sedemê vê psîkolojiya xwe jî nizanim.

Lê min pejirand û çûm. Maseyeke qelabalix bû. Tave heyv bû. Li gorî roja ku wek dojehê derbas bûbû, şev xweş û hênik bû. Xwarinên herêmî li ser masê bûn digel meyê.

Berê me li Qerecedax, pişta me li Amedê bû.

Piştî saetekê Mehmed Uzun ji dûr ve xuya kir. Çend kesên li ser maseyê rabûn jipiya û ber pê çûn bi lez.

Sohbet bêtir li dora mekanên Cizîrê; Birca Belek a ku niha qijleyeke leşkerî ye, zindana ku Mem tê de miribû, şaneşîna mîr çû û hat. Helbet axavtina li ser nîrê mîrekiyê, rewşa kurdan a siyasî ya îroyîn, helwesta rewşenbîrî ji şevbuhêrkên kurdan kêm nabe.

Û henek…henekên kurdewarî, tiqetiqa Mam Sebrî û Memed Uzun.

Min vê şevê tenê bi çavekî psikolojiya mirov xwest li Uzun binêrim. Ne wek wêjevan, ne wek romanivîs an dost Memed Uzun.

Belê tenê wek “Mirov”. "Mirov Memed Uzun"  Û min empatî kir. Wî gotina ku di çapemeniyê de gitibû dubare kir: “Ger Amed nebûya niha ez ne sax bûm!” 

Dema min di bin ronahiya heyvê de li rûyê Memed Uzun nêrî heçku ez hevalê wî yê zaroktiyê an xortaniyê bim, rûyekî wisa naskirî, siruştî û ji dil dît.

Dema Memed Uzun xort bû, ez zarok bûm. Ez ji bajarekî, ew ji yekî din. Lê ev sûret li min xerîb nehat.

Rû, ken, tevger,her tiştê wî dûr….gelek dûr dixwiyan. Heçku ji zarokatistanê hatibûn. Ev Memed Uzunekî din bû.

Sûretê mirov yê ku ji zaroktaiyê, safî û zelaliyê tê, yek sûret e. Zimanê beden û ruh yek ziman e.

Çima rastî nebêjim, min tu caran Memed Uzun wisa nedîtibû.

Li ber bîhna şeva Amedî, kelepora kurdî ya ji dengê Sebriyê Newaf, metaneta Textor Mahmut Ortakaya û guhdarkirina bi baldarî ya xortan; Memed Uzun bûbû kesekî çalak.

Li ser beden û  ruhê mirov fikirîm, li ser hêz, daxwaz, hirs û ramana  bêdawîbûnê ponijîm. Ketim nav kûrahiya newala vînê. Belê “Vîn…”

Dema mirov bi vîneke xurt girêdayî jiyanê be, destê mirov zû bi zû ji berstik û pêsira jiyanê nabin.

Çav li ser memikên adanî û geşiya siruştê zîq bibin eger; eger hemû kolan, mesîl, qad û newal berê mirov bidin jiyanê; eger jiyan weke yareke ku bi hemû huceryên xwe bextiyarî û xweşiya bedenî bibexişîne ruh û bedena mirov; wê demê zû biz û destê mirov ji destê jiyanê venabin.

Jiyan dibe çiqulekî zexm di nav mista têr hêvî û têr vîn de.

Sibeheke Temûza Amedî… hênik…bi ba…bê dengî… lê xwe ji rojeke dojehî re amade dike. Ez hê jî li keviya hawizê Hemrwetê me.

Di guhê min de, nukteyên keleporeke zengîn, qedîm û esîl…Li ber van nukteyên ku ji kelepora qedîm dawerivîne, tiqetiqa nivîskarekî kêmşens.

Tiqetiqên ku neperûşkên hêvî û vînê ne; xwe bi keviya jiyanê girtine. Bawerî û hêza xwe, ji erdnîgarî, siruşt û mirovên xwe wergirtine.

Vê vîn û hêzê pişta xwe daye keleh û burcên Amedê. Berê xwe dayê mekanê zarokatiya xwe; çiyayê navşewitî, hundirpêtî…ango çiyayê Qerecedax..!