Kürtçe Makaleler

MIRINA GOTINÊ
"Ne Neteweyê gotinê heye û ne jî rengê mirinê” dibêjin feylezofê hemdem.

Soz dikare Jîrkî, Hevêrkî, Şemerî, Hessenî, Victoriyayî, Lulu, an Zulu be... Ango çawa dizanîn, soza mêrê berê jê re digotin. Wekî lêva xencerê narîn, wekî çakûçekî hestemî çik û serberz.

Soza beriya Kapîtalîzmê…dema hê makîne û pere derneketibûn; hê mirov, gotin û wijdan qelp nebibûbûn.

Wan demê ku bîhna rihan, endeko û henetîtikê ji çermê mirovên xemxûr difûrî.

Wan dewranên ku hesp, kûçik, xencer û gotin xwedî hukmek bûn; gotin ne ji berzik, lê ji nava cegerê dihatin…wan rojên ku efsane û mîtosên me ji wan meyîne û dawerivîne ser stran, evîn û hunera me ya îroyîn.

Bi sozeke wisa li benda mirinê be, da ku dema hat ew li ber çongê te bimelise.

Bila bimelise lewre wan tîran û xedarên ku di rojên rehetî û xweşiyê de, bi ferman û kirinên xwe tu muhtacî mirina zer dikirin, tu dikirin lavekar û bengiyê mirinê; dema ku çav li mirinê kirin, wekî “Pelên cigarê yê Weraqşam” ku li ber bayê kur bi taya mirinê bikevin, wisa ricifîn.

Careke din wan dîktatoran gotinên feylesofên navdar peyitandin: “Dîktator û zalim tirsonektirîn kesên cîhanê ne!”

Dibe ku te, ji çaran yek hespê daxwaz û hêviyên xwe nebezandibe li nav xak û çêrîneke azad a bê ser û ber.

Dibe ku tu ji alema derveyîn têr nebûbî…têra xwe li gol, derya, çiya, zozan û germiyanan negeriyabî…bi dilê xwe çêja fêkiyên tropîkal, şarabên kevnar, hilnedabî…têr û tije lêvine bedew nebûbine pertalê pîtoreska helbesteke te ya herikbar…ew helbesta te dibe ku hê neketibe ser zimanê law û keçên xama.

Ev…ji xeynî van, sedan xwestekên te wekî rîşekê, wekî kulên giran û reş bimînin, bibin ahîn, di kortika dilê te de. 

Ger ne zehmet be; hema li vir, aha li keviya vê hendefa tirsnak li benda mirinê be. Bêyî ku tirsa windakirin û dûrketina yara te, di stûyê te de bibe weke “Nîşaneke Mecîdî”.

Zanim ku tu bi qasî van çiyayên bi heybet, pîroz û bêminet dixwazî di nav bîbikên reşemî de, dixwazî bibî pêleke şehwet û arzûyê.

Zanim agirê negihîştin û bidestnexistinê di canê te de dilîze…ew rivîn û biriqîna çavên te; ji hirs û keftelefta vîna nemiriyê tên. Lê wargehê ku tu lê rawestyiyaye, qîma xwe bi mirineke bêminet, şûrî ya wekî “Soza Mêrê Berê” tîne.

Li vir, li keviya bajarê tunebûn û rêya çûyina bêveger bi tena serê xwe li benda mirinê be.

Civana bi mirinê re tenha ye!

Ma Pascal negotibû “Mirov bi tik û tenê dimre.”

Dibe ku rapsodiyek wekî kenekî ji gunehan xalî, were û li ser keviya lêva te bi cih bibe.

Lê ew rapsodiya ku beşek ji çîroka jiyana te dilorîne, dê wekî zembelîlkê bi keviya lêvê ve bicemide.

Ne hezjêkiriyên te, ne dost û heval, ne seyê nav malê… ne yar…tu kes ewê nebihîzin zîziya rapsodiya çûyina te.

Tu kes dê nexwînin wan gotinên rapsodiyê ku belkî çîroka jiyana te, belkî hêviyên bi cih nehatî, belkî miraz, an jî wesiyeta te bûn.

“Mirin bi tenha tê… dema “Mirov” dimire bi tik û tenê ye…!”

Li wir, li ser sînorê alema hebûn û tunebûnê li keviya wê hendefê li benda mirinê be!

Ew sînor wekî mûyekî ziraf, bi qasî bextewariyeke sedsala 21. kurt e.

Bila tiştek dilê te xweş bike: Ew deriyê bilind ku dema Dîktator tê re dikevine cîhana mirinê li ber wan biçûk dibe, di gava yekem de diricifin; ewê ji serê te yê hilbûyî re bibe şahid, bi rêz, bi rehm û bi dilovanî te bioxirîne.

Ev deriyê ku bûya şahidê tirsa dilê dîktatorên gelek welatan, çi serdest…çi bindest… dê bibîne dema ku mirin wekî destekî dostane hat û xwe li navmilê te pêça, tuyê metîn û mexrûr bî.

Mirin û dîktator ewê li ber nefsnizimî û çikrawestandina te bimelisin, tu ferîqet be!