Kürtçe Makaleler

HÎKMET FÎDAN Û MIROVÊN SEXTE
Tu gotina min ji qatilan re tune tune ye. Ew rebenên ku wekî makineyeke mekanîk peywira xwe bi cih anîn muhtacê tedawî û merhametê ne.

Min ji devê Apê xwe bihîstibû. Digot:

“Li Îskenderûnê cîranekî me hebû. Navê wî Mahmûd bû. Mahmûd bi yek birayê xwe re jî ne lihevhatî bû. Çar birayên wî hebûn, bi her çaran re jî nediaxivî, ji wan belesebeb xwe xeyidandibû. Îcar nedihişt ku zarokên wî jî bi apên xwe re, bi pismamên xwe re têkiliyan daynin, bidin û bistînin. Vê rewşê zarokên Mahmûd bêzar kiribûn. Li cihekî wekî Îskenderûnê, xwe bê nas û kes bêxweyî, bê kes û kûs didîtin.

Cîranekî Mahmûd bi navê Ezîz hebû. Ezîz ji Amadê bû. Kurd bû, lê ne ji bajarê Mahmûd wan bû. Di heftiyê de sê çar şevan, Mahmûd ji zarokên xwe re digot, “rabin lawo rabin, em herin mala apê we Ezîz.” Salek du sal… welahasil zarokan dengê xwe dernexist. Lê êdî kêr giha hestî. Dîsa şeveke havînê Mahmûd ji zarokên xwe re got “lawo heydê rabin em herin şevbuhêrka apê we Ezîz.”

Kurê Mahmûd ê navê xwe ranegirt û bi hêrs gote bavê xwe. Wele bavo ez nayêm mala apê xwe Ezîz. Ma xwedê ji te raziyo! Va yê çar birayên te ku ji dê bav in, bostek di nav mala me û wan de heye, rojek ji rojê xwedê te negot lawo rabin em herin mala wan. Te dev ji apê me yên rastî berdaye û te ji me re apên derewîn çêkirine. Ez nayêm lê oxirbe tu here mala birayê xwe Ezîz…”

Piştî qetilkirina Hîkmet Fîdan ev mesele hate bîra min. Ji vê saetê û bi şûn ve, ew kesên ku di DEHAP, Demokratîk Toplum Hareketî û PKK de polîtîka dikin, ew kesên ku di çapemeniya wan de dinivîsin, ew hunermend û şaîr û nivîskarên ku li der û dora wan in, piştî mirina kê hêstiran bibarînin, herkes ewê zanibe ku ew hêstirên sêhrekiyê ne. Ew dilopên hêstiran ne ji dilê wan xwe berdidin, ew hêstirên siyasetê ne.

Ew nivîskarên ku di rojnameya Özgür Polîtîka de sirûdên lehengiyê li ser “serhildêrên Felluce” dinivîsin, ew rayedarên ku daxuyaniyên xav, kelê, kelevajî li ser leşkerê esîr yê tirk didin, Tuncer Bakırhan ma qaşo ne hûn hevalê Hîkmet yên dehan sal bûn...

Ey Mehmet Abbasoğlu, dema Hîkmet li vî welatî serhildêr û welatparêz bû te bi potinên leşkeriya tirkiyê pê li kîjan xakê dikir. Ey Ahmet Turan Demir, dema Hîkmet Fîdan zarokên welatê xwe li dora xwe dicivandin di salên 1970yî de û ew bi zanîna welatê wan perwerde dikirin tu li kîjan gundê kurdan bûyî û te Kemalizm çawa teqdîs dikir?

Ew şahredarê ku li ser wan kursiyan rûdinin, êdî ew kursiyê di bin we de bi xwîn e. Hûn li ser Xwîna Hîkmet rûdinin. Şahredarê berê û yên niha, ewê ku newêribûn biçin ser gora Hîkmet, neçûn taziya wî…  Cîhan Sîncar, Selîm Özalp, Abdullah Akın û yên din, ji vê saetê bi şûn de, hûn nanê xwe di xwîna xwişk û birayên me de dikin û dixwin, yanî pariyê xwarina we bi xwîn e.

Lê giregirno, berandama xelata aşîtiyê ya NOBELê banû Leyla Zana! GElo tuyê kengî xelata aştiyê ji kurdan wergirî? Min tu li taziye Hîkmet Xoce ditî, serê te ne bilind û çavên te nedibiriqîn. Orhan Doğan! Min li çend cihan bihîst ku tu bi çavê feylesofekî li xwe dinêrî. Min tu li taziyeya Hîkmet Fîdan dîtî , çi derewan bikim bawer bike di sûretê te de, di rabûn û rûniştina te de, di axavtina te de min tu meymenet nedît. Tu mîna sûcdarekî mezin bûyî… sernuxin… bîbikên çavên te… fera çavên te bê wate bû. Diyar bû ku tu nerehetbûyî, lê gotineke xweş û baş ji devê te derneket. Ew gotinên qelew ku tu ji bo dewletê dibêjî, yek nedihat ser zimanê te…

Helbet mebest û armanca rexneya min ne kes in û ger kes gunehkar bin, ne bi tenê ev navên jor in, ya ku were rexnekirin sîstem û mantalîteya ku li serê neteweyekî bûye bela ye. Lê ev sîstema ha, bi saya serê van kesan nayê guhertin.

Selîm Sadak, Orhan Doğan, Leyla Zana, Hatip Dicle hûn riya mala eskeran baş zanin. Wekî Mahmûdê çîroka min hûn riya mala apê xwe yê sexte baş zanin, lê we apê xwe yê ji pişta we jibîr kiriye.

Gelê kurd û dîrok vê zilm, bêînsafî, durûtî, sextekarî û necamêriyê ji bîr nake, ewê wekî deqeke reş li ser eniya hemû kesên ku vê demê berpirsiyar in, li ser kar in bimîne…