Kürtçe Makaleler

Raweste General..! Û HUNER
General raweste..! dayne tufenga xwe…yê li hemberî te hunermend e, Ew; di vê dinya kevn û kone de, meşa mirovî ya bi qasî danekî rojê dixwaze wergerîne tabloyekî ku ji kêlîkeke ”oxya”yê pêkhatî.

 Lewre ji xwe temenê mirov wekî pûşiyê li ber heste ye, nifşên mirovan bê navber û li dû hev di kalyoneke bi xof re, wekî refekî qulingan tên û diçin…tên û diçin. Bila dengê hesinî yê bêwateyiya yasayên te ku ruhê xwe ji berjewendî û ezezîtiyê werdigrin, bi ser jiyana ku nejixweve ya me ye de nebarin, hêvî û daxwazên pîrozîn rijî û xesandî nebin.

Binêre..! Va ye li hemû bulvar û çaryanên bajarên qedîm sergo û ting bilind dibin ji yasa û fermanên bêwate, pûçbûyî û betalbûyî…lê stran û hozanên wan hunermend û şairên ku di lênûska we de, xwedêgirawî “Xayîn”, “Rêbir” û “Tawanbar” bûn; niha mîna aleke hevrîşimî di navenda hemû wijdanên xas û dilovan de li ba dibin.

General raweste…bila hunermend ji potîn, rêzikname, nîşan û fişekên te xalî be…bila ji yasa û fermanên te…bila ji dengê te yê bêruh û qubequbî, ji awirên tê yê kelê xalî be da ku hemû evîn û dostaniyên ku niha wekî kevçiyek gezo ne, bi tamsariya poşmanî û dilmayînê nemîne li ser bext û talihê mirovê jankêş.

Hemû Artêşên ku domdariya xwe bi qundaxa tufengê pêk tînin…! Ey Serokartêşên ku domdariya fort û qebqeba xwe li ser ruknê hêza cuzdan û zuriyeta hemwelatiyên zilam ên “Reben”, “Wetanperwer” û “Dengnedêr” ava dikin!

Ji kerema xwe bihêlin; bila mirazên çilmisî yên leşkerên artêşa we…mirazên leşkerên kopbûyî, kulekbûyî, korbûyî an “Şehîdbûyî” yên ku qurbaniyên siyeseta we ne(çi vî alî çi wî alî…çi ev bend çi ew bend), hîç nebe weke vinevina têleke bêakort di nav senfoniyekê de beloq û qîç bin dema stranên xwe bi gîtarê jenîn hunermendekî serhildêr li qada bajêr.

Bila nota û zîzbûn bi rehma xwe, ruhê “Qurbaniyan”şad bike…sûretê “Qurbaniyan” ê bikeder û gotinên wan ên nivcomayî yên ku heçku di nav aveke zelal de diteyisin, bi olan û rengê straneke “Huzam” bihedinin..

Belkî gotinên rewşenbîr, notayên hozên bibin sedek li pêşiya stratejiyên we yên ku li ser navê “Welat”, “Netew” û “Ewlekariyê” we çewtesiyaseta kolonyal, totalîter û şerxwaz li ser hemwelatiya ferz kiriye. Binêre ezbenî..! ya rast dema hûn di baregehên xwe de bi tenê dimînin, di odeyên xwe yê razanê de, dema hûn bi tena kincê şevê dimînin hemû firaxên malê, şahid in ku hun ji “Wijdan” bêtir nêzîkî “Cûzdan” in. Binêre, her ku hun fermanekê li gorî “Belgeya siyaseta berjewendiyên –qaşo-netew” belav dikin, dayikek digrî…her ku hun civîneke awerte li dar dixin, bêqudoşiyek bi ser nîveka temenekî çeleng de dibare.

Her ku hun “Daxuyaniyek”ê an “Danezan”ekê radestî ber çavê me welatiyan dikin, her ku şev diqulibe û hun bi daxuyaniya xwe bala me welatiyan dikşînin ser “Ewlekariya” me, ramûsîn, pevşabûn û erotîzma piştî sermestbûna şeveke qedîfeyî û têrgotinên xweşik  li me werdigere fikar û gumanên tirsnak. Çima..! çima gelo? Em bi we ne bawer in General beg…em bi we ne bawer in. Carekê ketiye serê me ku hun ji “Wijdan” bêtir nêzîkî “Cuzdan”in.

 General,..! Ji kerema xwe gefxwarin û rûtirşiya xwe li ber deriyê welêt bihêle dema tu ji nişkê ve niqutî jiyana me ya rojane…rast e, artêşa te xurt û qelebalix e, bi milyonan leşker, bi sed hezaran çek û bombe…kozik û çeper…kemîn… konevaniya şer û pevçûnê…taktîkên şerê psikolojîk…pirtûkên te yê têkbirina “Dijmin”..akedemiyên şer…ev têgih û sazî, hemû nîşan û rîtuelên ku we pîrozîn ferz kirine li ser gel-netew, li ber çavên hemwelatiyan her roj di ber sonda “dilsozî”yê herçend şîrîn bixuyin jî; ya rast ew wekî “Doqik” û “Balyozekî” diheje li ser serê hemwelatiyan.

 We “Hezkirin” mihandiye mîrê min, we hezkirin “Qelb” kiriye…”Tirs” serdest e mîrê min, mr. General tirs li rewacê ye.

Bila Ahmet Altan biaxive General, ew bi çavekî xezalokeke nişmî fedike jiyanê…wî tu hêviya nîşan û xelatan tune. Ahîn û nalîna mezlûm û mexdûrên pergala eletewş, serboriya temenên bextqurmiçî, jiyana gerewgirtî ya wan ên ku îro zarok lê sibe xort in, bi pêsira Ahmet Altan girtiye…”Wijdan” zorê lê dike…ji hewla qêrîn û zarîna dayîkên ku di wijdanê Ahmet Altan de kefteleftê dikin ew diaxive.

Mexdûr û “”Qurbaniyên” artêşa “Hukm”î ango artêşa Dewletî… mexdûr û “Qurbaniyên” artêşa “Muxalîf” ango artêşa nejixweve “Mafxwaz” (Ma jixwe di şer de, bendek ya dijber naşîbîne xwe)  êrîşî navenda “Wijdan”ê Ahmet Altan dikin…tofan û waweylê ye.

Dengê Ahmet Altan ji senfoniyeke kamil û rewnak nisiliye, tîhna xwe ji agirê Prometheus, bîhna xwe ji bexçeyê Platon, sebra xwe ji Xanî, adaleta xwe ji Hz.Omer wergirtiye.

Raweste General Bila Ahmet Altan biaxive..