Kürtçe Makaleler

HEZN
“Hezn” Peyveke Erebî ye. “Mahzûn” û “hazîn” ji vê peyvê çêbûne. Em ji bo “hezn”ê “kovan” an jî “xem” dibêjin. Ji kesê hezinî re em “dilkovan” dibêjin. Lê êdî hezn ketiye nav ferhenga me. Kirasê kurdî li xwe kiriye. Min rêz heye ji wan kesên ku kovanê bi kar tînin. Kovan jî li ber dilê min şîrîn e. Digel wê yekê jî, ez bi xwe, ezê hezn bibêjim.

Ma ne hezn e ya ku haya me pê dixe da ku em qedr û qîmetê şadiyê bizanin. Dema ku dil li hemberî jiyana kambax serî hildide, hezn e ya ku mirov li ser piyan radigre û serê dilê serhildêr nerm dike.

Em neviyên nîjadeke mirazqurmiçî, kêm talih in û li ber deriyê fersendê derengmayî ne. Em endamên nifşekî li ber deriyê vê jiyana rûşuştî û bêar in… em zarokên xakeke nexşediriyayî, welatekî bê al û bê mal û bê sînor in…em li ser bêndera edaletê bêpar, di nava koma miletan de bê semyan in.

Hezn, wekî mîrat ji pêşiyan bi me maye… her yek ji me xwediyê tûrekî heznê ye. Tûr li ser pişta me, em muştaqê heznê ne. Lê dîsa ew hezn e ku barê dil giran dike … mirovan dike dilkovan.

Yanî di berberî û rekabeta heznê de, em nifşekî li pêş in… radeya hezna me bilind e. Di vê babetê de me ne ji sifrê dest pê kiriye. Em bûne nebûne, bazbenda heznê bi milê me ve hatiye dirûtin. Lewre, di rêka jiyanê ya bi kelem û kesp û kosp de, dema bûyerên neçê li deriyê me dixin; ji ber ku pêşin em xwediyê huznekê ne, îcar hezna me dibe bêpîvan.

Ji warê bav û kalan dema mirov dûr dikeve, dema berê xwe dide xerîbiyê mirov; kizirînek xwe bera nava movikan dide. Ew kizirîn hezn e.

Li dû mirina hevalekî ezîz, li pey terkkirina yarê, bi wergirtina nameyeke jidûrhatî tevzînokên heznê di cihokan re, xwe bera nava kevçîka dil didin.

Wêneyekî şer ê ku keçikeke rûperî, kenkulîlk xwe bi dawa dayîka xwe girtiye; dibe heznek li ser bîbikên me yên kennedîtî.

Dema em di nav pêlên xeyalan de, ber bi zarokatiya xwe ya qemirî û têrkeser ve dibine rêwingiyên baskşkestî, hezn werdigere kevokeke şeveder, li ser ramanên me yên belave diponije… ew kêlî û zeman li me diherime… êdî hiş û dilê me dibine şevgerîn di nav rûpelên temenê me yên pênûs lêneketî de. Bila bêt çaya qaçax… cigare…dem dema nimandina serboriyên req e…îşev ewê hezn binisile bi ser şeva bêheyv de.

Ku berf bibare, ji mehan kanûna paşîn be… agir di tifikê de bûbe teraf, dil wekî çûkeke birçî û qefilî di sîngê de neçar, derî girtî, tenêtî di odeyê de serdest, çav li der be…Guhê me li ser ajansan, pêçî li ser mişkok be, em malperên înternetê bitikînin ha bitikînin…çavê me li nûçeyeke xweş be… em ferz bikin ku xweşî bibare ji ajansan…ya dilê me, bi cih hatibe; miraza me nêzîk, hêviya me geş û kaba me çik be… ji bîr mekin: Em li ber deriyê wê jiyana rûşuştî û bêar, mezin bûne, haveynê me ji heznê ye… em bi nanê kul û keseran mezin bûne.

Û em neviyên nîjadeke mirazqurmiçî, kêm talih in û li ber deriyê fersendê derengmayî ne. Em endamên nifşekî li ber deriyê vê jiyana rûşuştî û bêar in… her yek ji me xwediyê tûrê heznê ye. Tûr li ser pişta me, em muştaqê heznê ne.

Ma ne ev rastiya me ye ku dengê Kawîs Axa, Garabetê Xaço û Meyremxan dilê me hênik, serê me rehet dike… dengê wan ên kewandî yê ku ji kaniya welatê me yê nexşediriyayî avvexwarî, di çemê zarokatiya me de avjenî kiriye weke aveke hênik bi ser cegera me de xwe berdide… dengê bisk û tembûra Mihemed Şêxo, dengê mey û bilûra Egîdê Cimo, dengê zîzbûna kemana Dilşad, dengê ribaba Mirado, dengê Kamkaran, Ruhî Su û Semîra Tewfîq çima wî mîrê ku di nava me de nivistiye hildiçenîne…çima dengê amûrên van hunermendan terafa di nava me de vedimirîne…çima… çima dengê van hunermendan û dengê amûrên wan ê hazîn, hezna me difûrîne?