Kürtçe Makaleler

TENÊTÎ, ŞEV Û PERA
Heçku şeveke tije şerab, reqs, sohbet û mitale li pey xwe hiştibe; bi çavên werimî, porê gij û rûyekî tirş ji nav nivînan rabû.
Lê tu şev li paş xwe nehiştibûn. Li lotikxane û xwaringehên bi muzîk, mirov teze li sohbet û reqsê germ dibûn. Bajêr; hêdî hêdî delalî û rindiya yakamozê, tama masî, eraq û şerab û mezeyên curbecur… xweşikiya bedenên narîn ên jinên reqsok, şahîkiya dengê nermîn ê stranbêjên naskirî amade dikir, ji kesên xwedî kêf û şehînetê re.

Şev di destpêkê de bû. Êvar li wî wergerîbû şevê. Lewre “Dem” di ferehî û xweşiyê de dihele…di tengî û jankêşiyê de dicemide.
Ji nav nivîna xwe ya heçku ji xwediyê xwe xeyîdî be, wisa belave… têrxwêdan û ku çend roj in nehatibû rastkirin rabû.

Çavên xwe firkandin, serê xwe kire nava her du destê xwe, bi pêçiyên xwe porê xwe paşve bir.
Bi gavên sist, ji xwe nebawer ber bi pencereyê ve meşiya.

Li bajarên ku gelek caran kes di hundirê mala xwe de dimirin, heta ku bîhn bi laşê wan dikeve, dawî der û cîran xeberê didin şarevanî û polîsan an jî lêzimên wan dikevin şike û diçin li deriyê wan dixin, wê gavê bi mirina wan dihesin; tenêtî, deriyekî revê, dermanê neçareskirina pirsgirêkan û serhildaneke li dijî civaka bêdad û nebihîstyar e.
Kesê ku li hemberî nakokiyên jiyanê naçar, li hemberî arîşe û tengasiyên dijwar bêzar dibin; heçku xwe biavêjin himbêzeke dilovan a dê û yarê…xwe bêhiş diavêjin nav atmosfera tenêtiyê. Ji bo kesên wisa, belkî tenêtî pirhejmarî ye…belkî rengîn e, belkî bi bîhn e.

Dibe ku tenêtî ji kesê dilşad re kelê, rijî, bêdeng, bêreng û bêhest be…lê mirovê naçar wateyeke ku her çav û her feraset nikaribin têbigihîjin lê bar dike, kirasekî ku herkes tênegihîje, pê nizanibe li bejna tenêtiyê dialîne.
Çend roj bûn ji nav nivînan diçû ser komputurê. Bi saetan li ser komputurê dima. Lê peyvek jî nedinivîsî. Tenê nûçeyên kevn dixwendin, li malperên felsefeyê digeriya di înternetê de.

Ji ser komputurê radibû, diçû metbexê mistek kakilê guzan, behîv û findik dianî. Ev xwirek diketin şûna taştê û firavîna wî. Êvarê sêvek an mistek mewîj dixwar. Ev jî dibû şîva wî.
Van rojan, bêje hema riya wî bi serşokê neketibû. Ne ji bo rihkurkirinê, ne jî ji bo serşuştinê. Dibe ku çend caran ji bo destşuştin û rûşuştinê çûbe serşokê. Li neynikê nêrîbû; lê zû berê xwe ji çavên werimî, porê gij û riha dirêj guhertibû.

Tenê dema li neynikê dinêrî têdigihîşt ku bi tenê ye…jiyana rasteqîn dihate bîra wî. Di barê “Neynik û Tenêtî”, “Neynik û Rastî”yê de, dixwest gotarekê binivîse lê bi tu awayî biryar neda ji bo nivîsandinê.
Dema di barê “Neynik û Tenêtî” û “Neynik û Rastî”yê de hûr bû; ji nû ve deh car, sed car li ser gelek têgihên ku ewê di dahatû de, di romana wî de bibûna mijarên sereke fikirî. Bi têgihan lîst. Peyv berevajî xwendin, peyvên dijber anîn ber hev.

“Dost…ol…welat…şoreş…xortanî…dem…fersend…hezkirin…evîn…zewac…zarok”
Ev têgih, digel hewa bi nêmî a bajêr, dengê firokeyên ku ji balafirgeha “Yeşilköy” bi hewa diketin û datanîn; dibûne giraniyek li ser mêjiyê wî.

Havîn li hemû welatan mişkule ye ji beden û psîkolojiya mirov re; lê li vî metrepolî wexma hêmiyê wekî şîre û demûşê kincê mirov bi laş ve dizeliqîne, xewê li mirov diherimîne; laş beden giran û bêzar dike.
Li metrepolê ku hewa wî di nav saetekê de, car caran tê guhertin; carcaran bayekî hênik ji aliyê Bosforê tê û kincên mirov ên ku ji xwêdanê şil bûne, bi laşê mirov ê dewixî ve dizeliqîne…di demê weha de, xwarinên herî xweş bêtam dibin gelek caran li restaurantên elît û naskirî; tenê mirov dixwaze xwe bera nav aveke sar bide, xwe bispêre siya çinareke kevnar û gotinene nazik û birehm.

Wî xwe navêtibû pêsîra yareke lêvqelew, çavzeytûn, porzer…xwe nespartibû dilê dostekî bi wefa, neçûbû ber bi keviyeke hênik a Marmarayê. Na, tenê xwe teslîmî tenêtiyê kiribû.
Destê xwe avête fihrîsta nav û jimarên telefonê. Ji “Z”yê berepaş dest bi xwendina navan kir. Nav û hejmara telefonê, hîseke ku mirovan vebijêre, hestê poşmaniyê, pê re çêkir. Ji xwe re got: “Gelo çima ev nav di nav fihrîsta min de maye…gelo çima felan nav di nav fihrîsta min de cih girtiye? Pirs…pirs…mitalên bêwate…germ…dengê firokeyan.

Xwe dirêjî newala zaroktiyê kir. Pêreçêbûna ramana ateîzmê…ew kêliya yekemîn car vexwarina alkolê…yekemîn car pevşabûna bi jinekê re…yekemîn car ketina nav pêla evînê…yekemîn jana mezintirîn…yekemîn dilşadiya herî mezin…derbasbûna di ser pira îdelojiyê re…kamilbûna kesayetiyê û riya dirêj…dûdirêj.
Me gotibû bi gavên sist û tirsnak ber pencereyê ve meşiya. Meşiya û li hîva ku ji toz, dûmanê fabrîkeyan, gazên sera û hewa xerab bi xumam dixuya temaşe kir.

Serê gurekî li nava hîvê diyar bû li ber çavê wî. An wisa xuya dikir, yan jî ber dengê diruşmeyên milîtanên partiyeke rasîst ku gur dihebîne gur lê eyan bû di nav baskê hîvê de.
Wan diruşmeyên ku bîhna dîskrîmînasyon û şîdetê ji wan difurî, tenêtî û bîhntengî lê zêdetir dikir.

Ji nişkê ve û bi lez pantolonekî kot û tişortekî berstika wî glover li xwe kir. Sola sport wergirt beziya kolanê. Bi lez li erebeya xwe siwar bû, berê xwe da navenda bajêr a herî qelabalix. Di cadeya “Îstîkal”ê, cadeya navdar, navenda fuhuş, kêf, zewq, sefahat, huner û peyasê dest bi straneke rock kir. Bi zimanê qedîm ê nîvqedexe ku li Tirkiyeyê milyon kes pê diaxivin lê li wî welatî milyon hemwelatî jî hîç pê nizanin, strand.
Cotek dergistî, di ber re derbas bû bi heyranî lê nêrîn…belkî ji wan we ye ku ew kesekî Spanyolî ye…kî zane.

Xwest tîna xwe bi qelabalixê û dengê straneke qedexe ya rock bikewîne.
Bi bayê bezê, ji qada Taksîmê berê xwe da Quleya Galatayê ya ku wekî lehengekî serhildêr, serbilind ku xwe li ber tu hêzê netewîne.