Kürtçe Makaleler

RÛHÊ BIRÎNDAR


Ji mewziyên parastina ruhekî birîndar dipekîn em ber bi hendafeke bêser û bin de. Hilçenîneke afatî em himbêz dikirin, heçku serê me li hedan ketibû…wisa jixweçûyî…jihalketî…ketî. Dîwarê ku me xwe dispartê, xwe pê digirt herifî bû.

Yê ku di zarokatiya xwe de, ji dara biyê, bi ser serê xwe de ketibe, dê rind bizanibe ew çi hendefe ye…ew çi ketin e û çi hilçenîn e.

Em ne zarokên li ber şîr bûn, lê em ne siwarê hespê beza bûn jî, em ne sermiyanê malê bûn, em ne xwedî mal û zarok bûn, em ne mezûnê fakulte û lîseyan bûn…lê em dikarin bibêjin, em hêj delaliyên ber dilê dê bavî bûn.

Em ne li ber şewqa çirayên neonî reqisî bûn û ne jî me bi destê keçeke hemsal girtibû. Bîhna heshesûk û şîr ji devê me dihat.

Dema me dikir digel hemû welatên bindest xaka xwe ya dapelçiqî bikin behişta vê cîhanê, me piştî qurana pîroz hemû ayet û şîretên îdeolojîk ji ber dikirin di hucreyên binerd de.

Xwêdana şermê û serdestiya ku zor dida hêza me, dibû stres û xwe bera nav qermîçokên eniya me ya ciwan dida. Me hewara xwe digihande “Kapîtalê”, bi alîkariya Lenînê mezin û dilovan me çarenûsa neteweyan dinivîsî, Ho Shî Minh, Che Guvera û Mao hemû kartel, trost û nokerên navxweyî tertûbela dikirin…lê dema dibû êvar…dema dibû êvar û keçika cîran, hîzarê sipsipî li dora textê ser banî dipêça; tu ol, tu felsefe, tu îdeolojiyan nedikariya çirûskên evînê bitefînin di dilê turfande de…

Wexta bangerê cuntayê em kirin wekî nanik; hêj mûyê simbêlan zerik, wekî pûrta xoxan bû. Em mane li ber rojê... şilftazî...tik û tenê.

Me ne pirtûk man ku dahurînin, me ne rêber man ku sûretê wan daliqînin bi taq û dîwaran ve û ne jî formûlê şoreşên înternasyonel !

Cesed û termên pirtûkên me niha jî di kêzîn û çalê pîsiyê de, wêneyên rêberên înternasyonel di qul qewarê kîleran, rêberên me di bîra dîrokê de ne.

Li serê hişê me, bi tenê tenq in…postal in…heps in…ger e…rev e…koç e…koç e…lêgerîn e…lêgerîn e…nebîne…nebiyane…

Kê ji me miçiqand enerjiya xortaniyê, kê ji me dizî xewn û xeyalên bêserûberiya azadiyê, kê em avêtin nava çola beyariya kambaxiyê..!

Ne xewada xwe didin ber senedên taloqkirî, ne tu tîran ber bi edaletê ve tên…ne jî tu serokê gewre li xwe datînin û doza lêbordînekê dikin.

Mêzina xêr û tawanan serseriyeke bêmecal e û em hê jî li ser hîmekî rûneniştine, heçku ev tûrê parsekiyê xelat e ji bo erdnîgariya me, xezaba cumle xwedayan bariye bi ser talih û çarenûsa me de.

Mal û milk, çem û cobar, sererd û binerdên xaka me, bûne xaçepirs, sir û mamikên dahatuya me. Nikarim bibêjim çima û hemû pirsên me hatine qedexekirin, ferman û gotin; ya mezin û xwediyên me ye, dev û guhê me kilîd bûye…lê ne laş dihedine, ne dev vedibire, ne ziman radiweste, ne jî dil vedimelise.

Hemû aza û beş hildiçenin. Hemû şane vedijenin. Seranser evîn û hêz e dil û mêjî. Li benda gav, kêlî û salîseyên têrxweşî ye. Ne sedeqe û bermayiyan dixwazin em; ne jî guh didin fermanan...em talibê hemû dahatuya xwe ne.

***
Nîşe: Çardesaliya me wiha bang dikir:

HÎCRAN

Ji kolaneke teng û dirêj

Dengekî lavekar û bi rehm were

Xwe kerr bike

Ne roja evînê ye

Ber bi firqetê ve bikudîne..!

Ger ji ser çiqulekî darbehîvê

Bilbilekî şeyda biwîçwîçine

Te vexwîne keyf û sohbetê

Rûyê xwe bade

Ne roja xewletê ye

Ber bi çîlexanê ve bilezîne..!

Rûsorek li deriyê dil bide

Dil bisincire

Çavê xwe

Bi dûriya asîman ve zûûr bike

Derî li dil dade



Çav

Dil di nav kesretê de bitenîne

Roja hicretê ye..!

Nîşe2: Çilsaliya me wiha bang dikir:

HESRET Û KEDER

Bêyî te

Kezîkurek e bajar

Li kolanan tamsarî

Di dev de zeqûm e

Piştî ku text

Dane bi bext

Ji mêran re

Tenê ma çek û rext

Ma me bikûjin dê çi be

Li bûlwarê xewar

Bar bi bar

Tûr bi tûr

Guneh û feq zêde dibin

Li baregehên mafyatîk

Me bimîxinin dê çi be

Li çaryanên bajarên qedîm

Ku venejin em ji lêvên xoxîn

Û ji xweliya agirê bedena te neafirin