Kürtçe Makaleler

DENG, SÎ Û HUZN
Wekî min got hatî; bêyî ku birîna min wekî devê dirindeyeke birçî bijene, te deng, sî û huzna xwe wekî pertalekî hevrîşimî bi ser hemû guneh, şerm û qelsiyên min de nixumand. Ji xwe ya ku li te dihat û babetê te bû; ev fêrîşteyî bû. Xaka ku hêlîn û wargehî ji wan piyên nazik û destên narîn re kiriye, ma dibû ku li şûna melhemê, bêqudoşiyeke bêemsal wekî şîrêzeke têrşekir bibarîne ser bêhedaniya xedariya nîvêşevan, da ku elem her hebe, keder abadîn be.   Hem demsal û werz a dayin û adaniyê bû, hem jî talih ne kor bû, felaqî dûr bû. Jixwe di hemû     peyam û aforîzmayên hinartî de, fehmbar bû ku êdî tu wekî diyardenasekê jidil, bêteşqele û sernermdilivî; di êş, têkçûn û xapandinê de, distewî, wekî polayê têravdayî di nav derz û qewêrên jiyanê de dikewî.

Lewre, min bi xwe tu guman û şik nebû ku tuyê wekî baraneke nîsanê ya daristanên himbiz, an di berbangeke xumamî de, an jî di şeveke risasî de bibarî bi ser hestên libendêmayîn û çavkurisînê de.

Di gelek peyamên xef û bişîfre de, te wiha gotibû: “Jiyan hespekî bêhevsar e, temen siwariyekî serxweş…”

Nizanim gelo hespekî serxweş, siwariyekî tazî dê çi ragihînin fîlozofekî hemdem? Bawer dikim bextparêziya hemdem nikare  bibe dermanê êşên emperyal, global û bêwijdan. Bo vê yekê ye belkî dema ez di nav hestên xwekujekî de bim û tu bîhnferehî û comerdiyeke wekî ya maqûlên demên berê bibexşînî ruh û kîmya min; ez dê bibêjim; “ Te deng, sî û huzna xwe wekî pertalekî hevrîşîmî bi ser guneh, şerm û qelsiyên min de nixumand.”

Belkî hezar sal bi şûn de, dîroknûs ewê binivîsin, “Ger ne ew şanedarî û mezinahiya felsefe, wêje û hunerê bûya, belkî mirovahî bimiçiqiya û îro hemû motîf, neqş, reng, îşaret û delîlên ku di dad, sinc, ol û toreya me de hene; sed der sed ewê yekreng bûna. Ev bermayiyên serkeftin û dilzîziya wêje, felsefe û hunerê, ku îro ji destên te yên rehmdar, lêvên gotindar “Ne dereng û ne jî zû…tam di wextê de, di werz û demsaleke ku ax ji baranê re ram, ez ji destbirehmiya te re wekî bengiyekî bêhiş bûm de, bêyî ku şermî, lawazî û gunehên min bînî bîra min, te binhişê min veda û mesîlên dilî xepirand.

Ma kê dengê bilqe bilqa dilekî ku destekî rehmdar bihingiviyê nebihîstiye, ma kê pêjna ruhekî ku awirên pak, dilovan û dagerker li ser digerin nekiriye..!

Sedsala me ya ku tenêbûn û biyanîbûn wekî zindaneke xopan di nava takekesan de bi cih kiriye, ma kî nekiriye muhtac û muştaqê destekî dilovan, gotineke têrevîn?

Di guhê xaniyên keviya metropol û bajarên eletewş ên kerr û lal de, bêmirazên ku li benda “Deng, sî û hingivandineke bitilsim in” bi birînên xwe yên wekî jenîna devê dirindiyeke birçî, di nav keftûlefteke bêserûber de, hemû arzû, hêvî û hestên xwe taxîrî demeke nediyar dikin.

Beden, ruh û mêjiyên xesandî, ramanên bêfêkî, fuqara û dexes diafrînin. Civak, di nav nostaljiyeke qewmê Lût de, digevize.
Lewre wekî min got, dema tu hatî; bêyî ku birîna min wekî devê dirindeyeke birçî bijene, te deng, sî û huzna xwe wekî pertalekî hevrîşimî bi ser hemû guneh, şerm û qelsiyên min de nixumand. Ji xwe ya ku li te dihat û babetê te bû; ev fêrîşteyî bû. Xaka ku hêlîn û wargehî ji wan piyên nazik û destên narîn re kiriye, ma dibû ku li şûna melhemê, bêqudişiyeke bêemsal wekî şîrêzeke têrşekir bibarîne ser bêhedaniya xedariya nîvêşevan, da ku elem her hebe, keder abadîn be.    Dê her şikirdarê huner, wêje û felsefê bim ku wan di nav cendekên ramanên xesandî, giyanên fuqara û qirêjiya Lûtanî de, deriyê deryayeke bêserûber li ber min vekirin.