Kürtçe Makaleler

“MIN BÊRIYA TE KIRIYE”
 Xweliya ku ji ber pehniya sola te ya berepaş ve diçû; di dîmenê têkel û şkestî yê kul û kesera min a neşemirandî de, hê jî li hildifire. Xwelî û toz…ba û bablîsok te tînin bîra min. Ji wê rojê bi şûn de, her ku dibînim ba û bablîsokek qirş û tozê li ba dike; rast û eşkere bibêjim, ma çi ji te veşêrim: Ez bêriya te dikim.

Belê bêriya te dikim. Zanim. Min gelek caran ji xwe jî vediziye. Kêmwêrekiyê nehiştiye ku li xwe mikur werim û ez bi dizîka, bêyî ku tu kes, dîwarên li dora min, firaxên di hundirê odeya min de, neynik, firçeya diranan, heta pîşkokên komputura min pê bihesin, nebihîzin, ez tenê, hema di dilê xwe de jî be ez bibêjim: “Min bêriya wê kiriye…”

Na… piştî çûyina te şerbikê şerabê li ser masê stûxar, poçikên cixareyên te û çengek gotinên nîvşkestî di xwelîdankê de, wisa sar û bêdeng man, yek car be jî hêza dil têr nekir ku hewl bidim, li stranên bijarte yên ku me her duyan ji wan hez dikir guhdarî bikim. Heçku ewê peyvên hestyar ji ber notayan bipekiyana, li dora dil şopên ji zîzî û heznê neşuştî bihiştana û dil dê careke din birîndar bibûya.

Naxêr…piştî ku bêşevbaş, bêmaç û bêpaç pehniya sola te berepaş çû û tiliyên te, dilsarî bera nava mista min da û awir bûne wekî tabloyeke wênevanekî surealîst, bi xiroşiyeke lezgîn min da dû şopa wateya bibîkên te; yek car be jî êdî min nexwest xwarinan bi şêweyên ku te ji wan hez dikir bipijînim û metbexa min ji bîhna hemû biharatên te xalî ye. Ne darçin… ne qurnefîl… ne jî cehter.
Ya ku min ji xwe veşarta, ma dê çawa minê bi şerab û notayan, bermayî û bîranînan re parve bikira. Divê pêşî dil qayîl bibûya da ku bi dizî be jî, hema carekê di dilê xwe de, min bigota, “Min bêriya wê kiriye…”

Ya rast, piştî te bê kar nemam. “Ferhenga min a veqetînê” û “Guldesteya çîrok û helbestên veqetînê” roj bi roj ji peyv û biwêjên afirandî bêpar neman û ev kefteleft her berdewam e.

Bi zimanekî qedexekirî, bêmal, bêstun ango bêstatu, çawa dikarim bibim konevanê evînê. Çawa dikarim zêrkeriya peyvan bikim û li ser benekî xav dikarim bibim canbazê peyv û gotinê..!

Ne Nietzche ma nexwendî, ne jî Sokrates. Camêro, xwedêgirawî gotiye, “Yê ku jina wî xweşik be bextiyar dibe, yê ku jina wî nexweşik be, dibe feylesof.” Ez niha li ser gotina wî ya ku bi ceribandinên wî piştrast e dilikumim.

Li dinyaya ku her roj “Gazên sera” ango karbondioksit, metan û radyasyon lê zêde dibe û ji ber van gazan jî germtir dibe, lewre jî “Nîşanên qiyametê” zêdetir dibin; ez li ser cografyeyeke ku nîrê dîktator û sergerdeyan her roj bi bayê faşîzm û nîjadperestiyê, di nav diranên mengeneyê de, bi êş û azar mazlûm û mexdûran dihincirîne, bi wijdanekî pelçiqandî, li pey şopa te ya ku di nav xweliya ku ji ber pehniya te hilfiriyaye digerim.

Di nav bablîsoka li dû te mayî de, li şaneyên evînê digerim ji bo “Ferheng” û “Guldesteya” xwe. Lê awir û piyê min li cendekên ku “Bi ayet û lawijên toreyî” hatine kuştin werdiqilin.

Bîhna kindir û barûdê, rengê xwîna li ser dest û xencera “Kujerê toreyî” di nav rûpelên ferhenga min de werdigerin “Siya Yezdanên Semawî.” Kujerên ku hêz, îlham û peyamê ji “Siya yezdanên semawî” û “Rêziknameyên toreyî” werdigirin; di nav rêzên ferhengê de wekî qurbaniyên li benda dilovaniyê dimînin.

Ne Clara Zetkîn û Roza Luxemburgên ku lehengên navdar ên taxa we ne, ne jî Karl Marx û Max Weberê ku lehengên taxa me ne dikarîne pird û pêpelûkên di navbera taxên me de qewîn bikin.

Digel vê yekê, va ye dîsa li xwe mikur têm, min hemû firax miraxên di mala xwe de pê hesandin, heta dikarim bi dengekî bilind jî bibêjim:

Min îro bêriya te kiriye.

Ne ku li bendê me da tu wekî baraneke nîsanê bi ser hêvî, arzû û dildariya min de bibarî. An jî, ne ku li benda mizgîniyeke ji kurtejiyan û serboriya temen, beden, giyan û mêjiyê te şuştî û dawerivî me.

Tenê dixwazim di nav hemû xirecira kaotîk de, li bin banê asîmanê ku ji ewrên gazên jehrîn barkirî û li beramberî xetereya şerê nukleerî de, digel xelaya hestan û hemû astengiyên dilêrî, tu li peyvên “Evîn” û “Bêrîkirinê” werî rehmê… ew notayên ku digel dengekî zîz di şevên hênik û bi heyv de, bi vexwarina şeraba Suryaniyên Midyadê zewq û hest digîhandin radeyeke bilind careke din werin guhê te:

Min bêriya te kiriye…