Kürtçe Makaleler

Evîna Bêwext û Leylan
Hemû trênên ku ji stasyona kubariya te bi rêdiketin; yek bi yek di banliyo û bulwarên bajarê min re dibihurîn. Bê rawestan, bê vewestan, bi xuşîn hildikişîn. Ne desmaleke neqişandî kil dibû ji destê bedena te ya narîn, ne nergîzek wer dibû di pencereyan re. Yên barkirî; fargonên dagirtî, ji kaniya tabûyan seranser, mişt… kaptanê şîretkirî; sondaxwarê xwediyê xwe, keziya dema rawestiyayî bi destên têrhuner dihonand. Kêlî li me dibûne roj, salên ku bi fîkînî derbas dibûn li me dibûne nîr.
Me dengê hev ê ku bi potînên paşayî hatibû dewixandin ji bîr dikir. Berbang û hungirên seridandî, ne yên me bûn. Em ne xwediyê peyva xwe bûn; zimanê me, di devê me de werdigeriya kelpîçeke ji axa sor. Di hemû berbangên desteserkirî de, guhên me belkirî ber bi îske îskê ve… nihurandina lawijên veşartî berê me dida ber bi stêra sibehê. Çiqas stêr hebûn li wî asîmanî, bi serê hemûyan me sond dixwar; têgihên “dûrbûn”, “bilindbûn” û “firehbûn”ê di binê erd û asîmanekî bê ser û ber de, tilsima "Yezdanê Gewre" bi xof li ser dil û hişê me dineqişand.Bîhna te ya ku endeko û hinetetîtka zinaran jê difûrî dibû gezo li ser zimanê min. Wê gavê, bi hemû hêza beden û vînê min xwe ber bi şopa piyên te de kil dikir. Kilkirineke ber bi bêdawîbûnê ve… Heçku di bîreke bêbin de wer bibim. Tirsa min a îro ya ji bilindahiyê ji werbûna bîra te tê. Jixwebawer, min pêl dewsa piyên te dikir, di çemên ku te di wan de avjenî kiribû re derbas dibûm, stranên ku te ji wan hez dikir min ji ber dikirin û pirtûkên ku li ba te yek numere bûn min dadiqultandin. Lê her ku min dida dû şopa piyên te; tenê saetên ji hevdeketî, peyvên nîvşkestî yên ku te verişandibûn û şûşeyên şerabê yên sermest, tolaz û pêxwasên taxa we li lingên min werdiqilîn. Dibûme yekî ji rê derketî… ketî…Neçar… destê min diçû ser pisûleyên di paşila min de, tîrika hemûyan ber bi rêya çûn nehatê ve cemidî û berê tîrikê ber bi korerêya qesra te ve bû.

Tiştekî ku min xwe pê bigirta tunebû. Piştek.. piştekek... stûn û hêtek. Vîna hestemî; ji bêpêştiyê, di kokelên serdest, rêbir û dagerkerên nasname û bajarên me de, dibû dîleke bênav û nîşan. Li beramberî celad û pirskar û îşkencekerên xwe, em dibûne zarokên ku di hewşa kenîşte, dêr û mizgeftê de qebahet dikirin. Ew dîwarên nîvçemayî yên dêr û kenîşteyên zarokatiya me, bi ser me de diherifîn… hewş û qul û qewêrên wan bi me re bi çavgirtonek lîstin di işkencexaneyên zemanî de.

Birçiyeke li ber mirinê bûyî êdî tu. Bi gotineke zelal û rastir; em zarokên berze bûn, zarokên winda…li asêgehên newalan, keviya hendefeyan… jibîrbûyî…berjêr dibûn li ser şiverêyan. Min dest dirêjî te dikir da ku tilî bikevin nav tiliyan; tune bûyî… tu nebûyî. Nebûyî tu. Tenê siya te li beramberî sûretê min serabek bû. Saet jihevdeketî, tîrika pusûleyan li ser rêya çûn nehatê, li ser korerêya qesra te cemidî, ken li ser asîmanekî çiksayî lêveke daleqandî û siya şitla te serabek…li yek rawestgeha min nesekinî trênên ku ji stasyona kubariya te hildikişiyan. Ne nêrgizek dirêj dibû ji pencereyên fargonan, ne jî desmaleke gulgulî li ba dibû ber bi bêkamiya bext û temenê min ve.

Dem hatibû. Dema hecîreşkên payizê yeko yeko ji lîsê diyarê me koç dibûn, reng û rûçik li me werdigeriya cawekî spîçolkî. Siya kaşiyên hêtê xaniyên me, ji tenêbûnê kevz digirt û cadeyên herî mezin ên bajêr dest û piyên xwe li bêdengiyê radipêçan. Darên karçîn û hejîran berhemên dawî dadiweşandin, demûşa vîyan û hezkirina ji lêvan li gundekî Suryaniyan ji qazanên şerabê sebr û aramî dadipêland. Êdî kenê me li ser asîmanekî çiksayî dibû lêveke daleqandî ya sozdarên mirazqurmiçî.

Me hawara xwe digehand sêhrek, sîmyager û fêlbazên axirzemanî; di legenan de risas helandin, remil avêtin; di fal û xeleka me ya bext û şens de, li miraz û xwezî û razên daqurtandî bi hûrbûnî geriyan û dest pelandin. Me hemû pêşbînî û gûmanên wan li serada helbestê da û parzûn kir. Xwînî û birîn bû kevçika dilê helbestê, felsefe perpitî li navenda bajarê antîk.

Termê helbestê me vehewand di şikefta tabûyên xwe de…evîna Sîmirî ya ku ji xweliya term vejiya, me bi serê xwe de kir. Bi yek dengî hozan û dengbêjan got; “Em bûne xwelî serî...” Te helbesta di dilê min de dikuşt; lê evîna ku weleda xweliya Sîmirî bû; li ser kaniya abadîniyê werdigeriya destana hest û xweziyan.

Sergiraniya ku ji stasyona kubariya te dihat û bi ser rawestgahên bajarên min ve diqevazt; ronahiya rû û biriqîna çavên te ku li ber deriyê qesra te ji kêr xistibûm di bilûreke çiyayî de senfoniya “firqet”ê, bêrawestan û bêmeqam her zîz dilorand. Remza poşmaniyê di bîbikên zelal û sayî de nedinisilî û li ser hinarikên Zîvzikî wernedigeriya çend gotinên lêborînê.

Dema ku heyv dikete hawizê hewşan, şev, gul û gezo xwe bera ser helbest û mûsîkê dida; ji lêvên seridî hingiv diniqutî ser beybûnan, merasima mirina helbestê li dar diket. Helbesta ji xweliya Sîmirî, xwe bi ser şevezengiya te de dipirtikand. Êdî te dida rê. Dema veqetînê bû. Trêna ku ji beregeha dilê te dixuşiya, bêrawestan û bêwestan hildikişiya. Di ser hemû rawestegên bajarên min re dixuşiya: Ne destmaleke hevrîşim… ne pencereyeke vekirî …ne destekî kilkirî û ne jî nêrgizek werdibû ji nazikdestan. Min êdî dizanibû ku ez xwazgîniyekî lezgîn û tu daxwazeke “Bêwext” bûyî... Bêwextê…! Xwediya saetên jihevdeketî, xwedan pusûleya tîrikrawestiyayî…! Zarokatiya me dibû wekî pêlîstokeke xerabe ya di nav destên me de… di nav girseya kolanan de rabirdû û dahatuya me, dibû sirûdeke behitînê, her ku em ditirsiyan; me xwe diavête himbêza hev. Lê her ku canê me dihungivî hev; rawestgehên di navbera me de zêde dibûn.

Demsal ber bi biharê ve dizîvirî. Ava ku dar, giya û kulîlk dijiyandin; ji şaneyên gezo, gul û lêvan şerbeta heyatê ber bi nava rehikên felsefeya derblêketî û hebhinarkên helbesta ku termek e di şikefta tabûyan de, diajot. Di azmûna serencperestiyê de, wê biharê û hemû demsalan evîn dibû alek di destê min de; dibûme bezayekî hêvîşkestî di medreseya sergiraniya te de. Zordarekî li ber deriyê tabûyên qesra xwe, em di nav dem û wextê ku ji saetên te yên jihevdeketî û pusûlayên tîrikrawestiyayî pêk hatiye, beden û îradeya me mengene dikir… ruhê me di darê kelemçê de giryan bû… ezîzek hildeçenî di xewna min de, rehbikek diponijî li ser lênûska armanca te. Di peleguha me de, dengê naqosê û banga bê pîvan a melayekî qubqube dizingzingî. Li ser sûretê seraba te ji kêr diketim… tu tune bûyî…di ser hemû rawstgehên bajarên min re diqevizî trêna ku ji stasyona kubariya te bi rê diket.

Dibûme serencperestekî mayînde li bajarê te yê ku di şevên stêrîn de li kolanên wî, ling li saetên rawestiyayî, pusûlayên tîrikxerabe û şûşeyên şikestî yên tolaz, pêxwaz û sermestan û peyvên nîvşikestî yên ku hatibûn verişandin werdiqilin. Çav, mayînde û bendewar mabûn ta ku di şeveke xedar a eflatunî de, helbesta kuştî ji lêv û memikên bi adan gezo noşiya; sîmir ji nav agir hil bû û xwe bi ser şevezengiya xwedawendî de pirtikand…